12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Bila wezîr Tûnç ji Rihayê dest pê bike

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û wiha bang lê kir: “Heke wê edaletê bîne welêt, divê ji Rihayê dest bi kar bike.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 806’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, Nobeta Edaletê li Pirsûsê li mala xwe domand.

Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek belav kir. Malbatê, Wezîrê Dadê yê nû Yilmaz Tunç etîket kir û ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 806’an de bi biryardarî didome. Heke wezîrê nû Yilmaz Tunç (@yilmaztunc) edaletê bîne vî welatî, divê ji Rihayê dest pê bike. Heta ev bêedaletî neyên bidawîkirin, behskirina edaletê nejidilbûyîn û durûtî ye.”