Şîrketên madenê yên girêdayî hikûmetê li Zozanên Hesendînê ya navçeya Pasûra Amedê hewl didin projeyeke madenê ava bikin. Ev projeya madenê 6 gund û bi dehan mezrayan wê bixe bin bandora xwe. Komeleya Pasûriyan a Stenbolê (KULP-DER) û Platforma Parastina Zozanên Hesendînê li dijî amadekariya çêkirina projeya madenê miting li dar xistin. Mitîng li zozanan pêk hat. Rêveber û nûnerên DBP, DEM Partiyê, rêxistinên sivîl û bi sedan şêniyên herêmê beşdar bûn. Di mitîngê de pankarta “Em li zozanên xwe kana madenê naxwazin” vekirin û dowîzên “Bila Hesendîn nebe Îlîç”, “Dest nede xwezaya min” hildan. Bênavber dirûşmeya “Bijî berxwedana Hesendînê” hat berzkirin.
Endama Komîsyhona Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan di mitîngê de destnîşan kir ku herêm bi xebatên madenê ji avê tê ziwakirin û got: “Maden zirarê dide çavkaniyên gel û xwezaya me. Em li vir mafên xwe yên jiyanê diparêzin. Nikarin me bi projeyên talanê ji axa me ya qedîm bikin. Em ê rê nedin projeya madenê ku qada jiyanê ya gelê me tune bike.”
Serokê Baroyê: Em ê destûrê nedin vê talanê
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku Hevberdevkê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê ye jî axivî û wiha got: “Me berê li çemê Pasûrê masî digirtin, xelkê xwe pê xwedî dikir. Lê niha ew jî tune ye. Wê demê jî gelek kesan bertekên xwe dianîn ziman. Lê mixabin ew bertek bi sînor ma. Êdî em ê destûrê nedin vê talanê. Ev zozan zozanên xelkê me ye û xelkê me li zozanên xwe xwedî derkeve. Em tenê ne qadên jiyanê ji bo xwe diparêzin, em di heman demê de xwedî li mafên ajal, xwezayê jî derkevin. Em ji bo parastina siboroja xwe li vir in. Hewce bike em ê her roj li vir nobedê bigirin. Ev nebat û xweza dewlemendiya me ya herî mezin e. Tu tiştek nikare bikeve pêşiya vê dewlemendiya xwezaya me. Em tenê ne ji bo destekê, ji bo em jî wek we xwedî li vir derkevin, li vir in.”
‘Em zozanên xwe nadin’
Welatî Ayten Ateş jî nerazîbûna xwe ya li dijî projeyê wiha anî ziman: “Ev der cih û warê me ye, jiyana me ye. Em li vir hatin dinyayê. Em ê cihê bav û dayikên xwe nedin kesî. Em naxwazin maden bikeve vir. Em naxwazin ku 20 hezar mirov ji bo zengînbûna çend mirovan perîşan bibin. Em ê jiyan û zozanên xwe nedin tu kesî. Em naxwazin tevirek jî li vir bê xistin.”
Serokê KULP-DER’ê Îflahattin Aslan jî bal kişand ser hewldana çêkirina projeya madenê û got: “Ev tiştên wisa li ku bibin bila bibin, divê kes qebûl neke. Em naxwazin ev maden were çêkirin. Em li ku dibin bila bibin, ruhê me li vir e. Kî li dijî vê rabe em bi wan re ne. Em dikarin bi xwedîderketinê Hesendînê rizgar bikin.”
Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.