8 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Dêrikê: Ji bo aştiyê divê Rêber Apo azad bibe

Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundewarê wê yên kantona Cizîrê meşiyan û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.  Şêniyan diyar kirin ku ji bo aştî li Rojhilata Navîn pêş bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundewarê wê pankart û poster vekirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Girse li Meydana Şehîdan kom bûn û meşiyan. Meşvan di nava bazara navendî ya Dêrikê re derbas bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan û durişmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan berz kirin.  Şênî heta bi Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan meşiyan.

Li wir li ser navê Kongreya Star Sîham Dawûd axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bûye giringiyek û wiha dom kir: “Ji bo ku aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn belav be û hevgirtina civakî xurt be, pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Li kêlek wê jî divê çareserî û ramanên ku Rêbertî ji bo demokrasî û aştiya li cîhanê pêşkêş dike, werin belavkirin.”

Sîham di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di tekoşîna azadiyê de û ev tişt anî ziman: “Me jinan nêrîn û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civakeke demokratîk a saxlem ji fikrên Rêber Apo wergirtine. Ji lew re bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bingeha xebata me ye.”

Piştî axaftinê meş bi diruşmeyan bi dawî bû.