12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komplo şermezarkirin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan gel daket qadan û nerazîbûna xwe ya li hemberî komployê anî ziman

Bi boneya salvegera 26’emîn a komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek navendên Kurdistan û cîhanê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi deh hezaran kes di protestoyên komployê de hatin gel hev.

Bi armanca şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi hezaran kes ji bajar û bajarokên cuda yên Kantona Cizîrê ji bo tev li du meşên mezin bibin di saetên sibê de ketin rê.

Welatiyên ji bajarên weke Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê, Amûdê û 25 bajarokên girêdayî wan hatine, ji bo tev li meşa li Qamişloyê bibin bi rê ketin. Kesên ji Til Berak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û Erîşa hatin jî ji bo tev li meşa li Hesekê bibin bi rê ketin.

Şêniyên ku ji navçe û bajarên kantona Cizîrê berê xwe dabûn Qamişlo û Hesekê dest bi meşa şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin

Ji bo şermezarkirina komployê bi hezaran şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Birak û Şedadê ji serê sibê ve berê xwe dan bajarê Hesekê.

Gaziyên şer, jin û oldar pêşengiya meşê dikin ku ji qada Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kiriye. Meşvanan pankartên “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, “Na ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re” hildan. Çaverê ye ku meş li qada Xito yê naverasta bajêr raweste û veguhere mitingê.

Li bajarê Qamişlo jî ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji çerxerêya Osman Sabrî meşeke girseyî dest pê kir.

Bi hezaran kurd, ereb û suryanên bajarên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespyê, Qamişlo û Amûdê yên kantona Cizîrê, nûnerên partiyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê tev li meşê bûne.