Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû hikûmetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ziyaret kir, rageşîya di navbera hikûmetan de zêde bû. Dîsa êrîşên li dijî sivîlan zêde bûn. Li Kerkûkê sivîl hatin kuştin. Têkildarî geşedanan Rojnameger Argeş Şengalî destnîşan kir ku hikûmeta Başûr careke din ji bo îxanetê derî li Fîdan vekir û wiha got. “Tirkiye niha Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.”
Wezîrê Karên Derve û Musteşarê MÎT’ê yê berê Hakan Fîdan di 23-24’ê Tebaxê de çûbû Iraqê û bi hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin. Di serdana hikûmeta Iraqê de encama ku dixwest bi dest nexist û destvala vegeriya. Lê dema çû serdana Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî soza hevkariyê da Fîdan. Piştî van ziyaretan di navbera hikûmeta Başûr û hikûmeta Iraqê de li ser petrol û avê rageşî pêş ket. Her wiha êrîşên li dijî sivîlan zêde bû. Têkildarî mijarê Rojnameger Argeş Şengalî nirxandinên girîng kirin.
Xwestin êzidî û mislimanan bînin beramberî hev
Argeş Şengalî anî ziman ku piştî van hevdîtinan li herêmê û bi tevahî li Iraqê dixwazin guhertinek bingehîn çêbikin û wiha got: “Beriya demekê xwestin vê guhertina bingehîn li Şengalê jî pêk bînin. Bi çend kesên navdar ên wekî sûnnî yên bi DAIŞ’ê re girêdayî bûn, turkmenên ku desteka xwe ji dewleta tirk digirin, antî-propaganda dikirin. Digotin li Şengalê mizgeftên sunniyan hatine şewitandin. Xwestin di navbera ezîdiyan û misilmanên herêmê de şerekî derxin. Lê gel pêşiya vê yekê girt û destûr neda vê yekê. Bi hatina Hakan Fidan re li Dêrazorê bûyer diqewimin. Ez van bûyeran ji hatina Hakan Fîdan qut nabînim. Zanin ku êdî şerekî di navbera du artêşan pêk bê dê bandora xwe zêde li ser QSD’ê neke. Ji ber vê yekê dixwazin êdî şer di navbera mezhepan de bidin destpêkirin. Ji xwe demeke şerê QSD’ê li wan herêman li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomin. Li dijî çeteyên girêdayî Tirkiyeyê van operasyonan dimeşînin. Lê berovajî vê yekê dewleta tirk û rejîma Esad, di medya û hevdîtinên xwe de rastiyê berovajî dikin. Wekî şerê di navbera kurd û ereban de didin nîşandan. Îro heman tişt li Kerkûkê jî pêk tê. Piştî Hakan Fîdan çû Kerkukê û bi tirkmenên wir re rûnişt, tirkmenan hêz ji serdana Fîdan girt.”
Gelê Kerkûkê xîyanet qebûl nekir
Şengalî diyar kir ku Hakan Fîdan di serdana hikûmeta Iraqê de ji hikûmetê xwest ku baragehên PDK’ê yên beriya 16’ê Cotmehê li Mexmûr, Kerkuk û Şengalê hatin girtin, wan dîsa teslîmî PDK’ê bikin û wiha axivî. “Ji bo ku rê li pêşiya dewleta tirk bê vekirin, dema li Kerkukê xiyanet hat kirin, gelê Kerkûkê ev xiyanet qebûl nekir. Dema di 16’ê cotmeha 2017’an de hêzên PDK’ê ew herêmên ku ji sala 1991’an de di wan xetan de hikûmeta Iraqê ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê daye wan, careke din vegere wan herêman. Careke din ji Mexmûr, Şengal, Kerkuk û Sihêlan reviyan.”
Tirkiye şerê mezbehan dixwaze
Şengalî li ser helwesta gel a li dijî hevkariya Tirkiye û PDK’ê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Gelê Kerkûkê gotin ‘Kesên îxanet li me kirine û reviyane, em careke din naxwazin vegerin cihê xwe. Çawa ku li Dêra Zorê, Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ev plana wan pêk nehat, xwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Piştre li Kerkûkê dest bi planê kirin. Rayedarên Iraqê di serî de Serokwezîrê Iraqê Mehemed Şêx Hesûd dît ku ev dê xeteriyek ne ji rêzê bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê biryara dayîna baragehan paşve vegerandin. Dîtin ku dê şer bikeve nava hêzên kurd û ereban. Bi vê yekê re dê êdî şerê mezhebî dest pê bike. Ji xwe Tirkiyeyê jî ev yek xwest. Wê bêjin tirkmen êdî li Kerkuk û Tileferê hene û em ê bi hemû hêza xwe li pişta wan bin. Dê xwe li van herêman bi cih bikin. Ji ber ku Tilefer 45 km dûrî Şengalê ye. Ji bo vê yekê heta dixwazin şer gur bikin. Eger dîsa PDK rê li pêş vî şerî veneke, pêşiya şer hatiye girtin. Tirkiye dixwaze careke din PDK’ê di aliyê leşkerî de bilivîne. Dixwazin artêşa Iraqê û Haşdî Şahbî bi wan re şer bikin û şer li herêmê pêş bixin. Dixwazin dîsa di medya de bêjin şerê kurd û ereban hate destpêkirin û Tirkmen jî di nava tirkmenan de xwe bi cih bike.”
Iraqê xistina Tevgera Azadiyê ya lîsteya terorê red kir
Şengalî, li ser encama hevdîtina Fîdan a bi Hikûmeta Iraqê re jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Hakan Fidan bi armancekê hat serdana van hikûmetan. Hikûmeta Iraqê rê neda ku daxwazên wî pêk bên. Iraqê li ser hin xalan li hev nekir û red kir. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê jî kurd e. Li ser lîsteya PDK’ê di hilbijartinên borî de hatiye erkdarkirin. Fidan bi wezîr re hevdîtin kir. Hatina Fîdan a Iraqê ne ji bo bi rayedarên Iraqê re, ji bo bi rayedarên Iraqê yên girêdayî PDK’ê re hevdîtin bike. Ji xwe dîmenên derketin holê jî rastiya wan nîşan da. Di hevdîtinên xwe de xwest tevgera azadiyê bixin lîsteya terorê. Xwest bi hevre operasyonan li dijî herêma parastina medya bike. Heta îro Iraqê ev daxwazên wî nebersivandin û xistina tevgera azadiyê ya lîsteya terorê red kir. Dostaniya tevgera azadiyê û Iraqê ne ji duh ve ye. Ji salên 1990’î ve ye.”
Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir kiriye
Rojnameger Şengalî, li ser armanca serdana Fîdan a PDK’ê jî rawestiya û ev tişt got: “Piştî encam ji hikûmeta Iraqê negirt, bi lez hat serdana Başûrê Kurdistanê kir. Bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kir. Piştî dîmenên hevhembêzkirinê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Rojnamevan hedef girtin. 24’ê tebaxê nêzî îxaneta 31’ê tebaxa sala 1996’an e. Hikûmeta Baas an jî Sadam li Başûrê Kurdistanê bi dehan enfal pêk anî. Ji xwe Elî Avnî jî bi daxuyaniyekê xwest Tirkiye tevgera azadiyê bike hedef. Piştî vê daxuyaniyê Fîdan bi hemû rayedarên PDK’ê re rûnişt. Hikûmeta PDK’ê careke din ji bo xiyanetê derî li Fîdan vekir. Dema Mele Mistefa Barzanî Hewler teslîmî rejîma Baas kir, careke din xwestin vê xînayetê dubare bikin. Hikûmeta Başûr jî rê li pêş dagirkeriyê vekiriye. Ji bo leşkerên tirk li herêma Zap, Medîna Avaşîn û Heftanînê zahmetiyê nejîn, ji leşkeran re rê vedikin. Xiyaneta PDK’ê li pêş çavên hemû alemê ye.”
24 saetan balafirên şer li ser Şengalê difirin
Şengalî anî ziman ku xuya ye dê serlêdanên rayedarên Tirkiyeyê zêde bibin û wiha berdewam kir: “Plana di navbera gelan de dê pêk neyê. Ji ber vê yekê dê serdanên xwe zêde bikin. Dê êrîşên xwe li dijî Şengal, Mexmûr û Silemaniyê zêde bikin. Êdî Iraq jî rastiya wê derdikeve holê. Êdî heza Iraqê ya li dijî Tirkiyeyê derkeve jî wekî berê tune ye. Iraq jî ji bo van herêman derî li Tirkiyeyê vekiriye. Di van êrîşan de kesên sivîl tên qetilkirin. Dewleta tirk li Şengalê nexweşxane bombe kiriye. Vê yekê li cîhanê deng vedaye. Helbet Neteweyên Yekbûyî dê Tirkiye hişyar bike ku êrîşên xwe kêm bike. Heta niha 12 welatan Îngîlîstan jî di navde qirkirina li dijî Êzidiyan wekî komkujî qebûl kirine. Gelê Şengal, Mexmûr û Silemaniyê jî dibînin ku dema hevdîtinek bi rayedarên Tirkiyeyê re pêk tê, dizanin ku dê li dijî gel jî êrîş pêk bên û bedel bên dayîn. Balafirên şer û keşfê 24 saetan li ezmanê Şengalê difirin. Em nizanin dê kîjan kêliyê êrîşî ku bike. Piştî hevdîtina Fîdan a bi hikûmeta Iraqê û Başûr re tenê yek berpirsiyarê Iraqê Qeysil Heq Alî bi tundî helwesta Tirkiyeyê şermezar kir.”
Fransa ambargo danîye ser Başûr
Şengalî destnişan kir ku çi çara ku hevdîtin hatine kirin, gelê Şengalê derbeyên giran xwarine û wiha bi dawî kir: “Her cara ku rayedarên başûr u Tirkiyeyê pêk hatine, êrîş li dijî Şengal, Mexmûr, qadên Azad û Rojava êrîş pêk hatine. Li dijî herêmên xweseriyên demokratîk êrîş pêk hatine. Hevdîtinên wan piştî peymana 50 salan a di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de hat îmzekirin, nefta Başûrê Kurdistanê serê bermîlê bi 10 dolaran tê firotin. Lê dema Firansayê ev yek qebûl nekir. Nexwest ku nefta başûr li ser Kurdistanê bê firotin û xwest neft li ser Iraqê bê firotin. Piştî hikûmeta Başûr nekaribû neftê bişîne, hinek pirsgirêk di navbera Başûr û Tirkiyeyê de derket. Dixwazin van pirsgirêkên xwe bi dewleta Iraqê re çareser bikin. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê ewil serdana Iraqê kir. Ji ber ku êdî Tirkiye nikare pirsgirêka neftê û avê bi Başûrê Kurdistanê re çareser bike. Ji ber ku Fransa ambargo danîye ser Başûrê Kurdistanê ku nikare neftê bişîne Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê Tirkiye jî ava Dîcle û Firatê ji ser Iraqê qut dike. “