1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şengalî li dijî Iraqê bi ser ketin

Piştî berxwedana şengaliyan ya li dijî artêşa Iraqê, hêzên artêşa Iraqê neçar man ku ji Şengalê derkevin.

Li Şengalê piştî berxwedana bi pêşengiya jin û ciwanan, hêzên artêşa Iraqê şev di derdora saet 02.00an de neçar man ku vekişin. Lê belê ji ber ku hîna şervanên birîndar ên dîlgirtî nehatine berdan, berxwedana gel didome.

Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê hatine wergirtin, di encama berxwedana gel de artêş neçar ma bi Rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên YBŞ’ê re hevdîtinê bike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Şengalê hatine wergirtin, piştî hevdîtinên ku bi şev hatin kirin, artêşê biryar da ku sewqiyateke leşkerî ya nû li Şengalê neke û hêzên xwe yên heyî jî vekişîne. Li ser vê yekê, çalakiya li ber Midûriyeta Îstixbaratê jî hat bidawîkirin.

Artêşa Iraqê 18ê adarê li Taxa Yermuk a Şengalê êrîş pêk anî û di encamê de 3 şervanên YBŞê birîndar bûn û 5 şervan jî dîl hatin girtin. Piştî êrîşê, di 19ê adarê de xelkê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedan dabû destpêkirin.