12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengalî li dijî fermanan meşiyan

Li Şengalê çalakiyên bîranîna fermana 74’an berdewam dikin. Di danê sibehê de çalakiyên av belavkirinê û rawestandina jiyanê li dar xistin. Piştî nîvro jî meşekî girseyî li dar xistin. Meşê li ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Li Qada Şehîd Zerdeşt bi dayîna peyaman berdewam kir.

Jin û ciwanên Êzidî wekî her  carî pêşengiyê ji meşê re kirin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel ku ji bo salvegera fermanê derbasê Başûrê Kurdistanê bûne, tevlî meşê bûn. TAJÊ, Tevgera Ciwanên Êzidî, PADÊ, Tevgera Çand û Huner, Meclîsên Gel, Desteya Oldarên Êzidî, Serok eşîr û gelek mêvanên din tevlî meşê bûn.

Di meşê de hêrs û dirûşmên tolhildana fermanê û daxwaza Şengalek azad û Xweser li pêş bû. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê”,  “Bijî Berxwedana YBŞ’ê”, “Şehîd Namirin ”, “Bimre Îxanet” , “Kî Revî, PDK”, “Êzidî Natirsin” hatin gotin. Di meşê de pankarta bi dirûşma, “Tolhildana 74 fermanan, xwe parastin û xwe rêvebirine” hatine hildan. Her wiha wêneyên qurbaniyên fermanê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên di parastin û rizgarkirina Şengalê de şehîd ketine, posterê Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî hatine rakirin.

Piştî meşê bernameya bîranîna fermana 74’an destpê kir. Bernameya bîranînê di bin navê “Bersiva Jenosîda 74 Fermanan Naskirina Statuya Xweseriya Şengalê Ye” tê lidarxistin. Di qada merasîmê de bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê di merasîmê leşkerî de amadene.

Şerokeşîr û oldarên Êzidî, mêvanên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel, mêvanên ji Germiyan û Deşta Nînova, nûnerên artêşa Iraqê û gelek mêvanên din beşdarî merasîmê bûne.

Bername bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên fermanê re hate destpê kirin. Ewil fermandarên YBŞ’ê, Pîr Çeko Şingalî axivî. Fermandar Şingalî destpêkê di şexsê Mam Zekî û Ş.Zerdeşt de, di şexsê Dilşêr Herekol û Egîd Civyan de hemû şehîdên Şengalê bibîranî.

‘Mala Barzanî berpirsyarê fermanê ye’

Fermandar Şingalî di axaftina xwe de balê kişand ser berpirsyariya PDK’ê ya di fermanê de û wiha got: “Ew kesên ku xwe ji Şengalê berpirsyar didîtin, ji bo berjewendiyên xwe pişta xwe dan Şengalê. Mala Barzanî berpirsyarê fermana 3’ê Tebaxê ye. Di nav 2 saetan de Şengalê hiştin.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê nayê qebûlkirin’

Şingalî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Tirkiye, PDK û hikumeta Iraqê de jî rexne kir û wiha got: “Ji niha pê ve tiştekî ku PDK û malbata Barzanî di nav de be wê ji aliyê civaka me ve neyên qebûl kirin. Wan Şengal vala kir û Şengalê teslîmî DAIŞ’ê kirin. Em tu carî vê xiyanetê ji bîr nakin.”

Şingalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek hêzên YBŞ-YJŞ amade ne ku ji Şengalê heya Deşta Mûsilê, ji Mûsilê heya Bexdayê biparêzin û wiha bi dawî kir: “Şengal ne wekî 2014’an e. Gelek egîd û qehreman derketin. Em soza parastina axa Şengalê û rizgarkirina xwişk û dayikên xwe didin. Pêwîstiya gelê Êzidî bi parastina tu kesî nîne. YBŞ-YJŞ û Asayişa Ezîdxanê ji bo parastina gelê xwe amade ne.”