Ger ku pirsgirêkek hebe divê bê çareserkirin, birînek hebe divê bê dermankirin ku siberoj ji bo bincilkirina gemariyê, ji bo heman tevgêrê bi pirsgirêkên astbilind re rûbirû nemîne.
Sendrom: Tiştekî ku navê nexweşiyê lê nebûye, lê di lihevduhatinekê de, di hevpariyekê de, erênîkirineke elameta nîşaneya nexweşiyê ye. Mîna êşê, mîna hîskirina derûniya xirab an nebaş û madê xirab ku naxwaze ji hundir derkeve derve û biçe kar, an jî bi hevalan re derkeve derve û bi hevalan re biaxive.
Naxwaze bi paqijiya şexsî demê derbas bike û di nava gemariyê de dijî yan jî naxwaze ji bo xwarinê demê veqetîne û dema xwarinê mîna demwindakirinê dibîne. Di jiyanê de tenêbûneke ku mexdûriyetê derdixîne holê pêk tê û heman tenêbûn bargiraniya derûniyê çêdike. Heman elamet bi serê xwe ne nexweşî ye, lê bi nexweşiyekê re heman elamet tê qebûlkirin û tê erêkirin ku ev elamet parçeyê nexweşiyê ye.
Mirov dikare ji bo serêşê, ji bo xirabiya somatoformê, ji bo qedandina derûniya xwe, ji bo anksiyetê, ji bo êşa fibromiyaljiyê gelek tiştan bibêje û ji bo hevpariya elametê ku di heman azarê de mirovan dibehdilîne.
Mirov dikare ji bo depresyonê bibêje; tiştên ku kesên di depresyonê de hîs dikin, ger ku bi wan re bê axaftin û li kesên ku derûniya wan xerab e xwedî bê derketin an jî heman kes bi derdora xwe re biaxifin û bi derdora xwe re derûniya xwe parve bikin, dê ew kes encameke baş wergirin.
Lê ger ku heman kesên ku bûne xwediyên derûniya xirab naxwazin bi tu kesan re biaxifin, naxwazin ji hundir derkevin, dixwazin di nava bêdengiya xwe de û di tariyê de rûnin, an bi serê xwe tên rûdinin û di nava derûniya xwe de bijîn; dixwazin bi tenê bimînin! Nexweşiyên heman kesan ji ber tenêmayinê girantir dibin û heman kes dikarin xwe bikujin an jî xwe bixeniqînin.
Mirov dikare ji bo depresyonê heman tiştên ku li jor hatine pênasekirin bibêje, lê mirov nikare heman tiştî ji bo kesên ku sendroma qedandinê dijîn biparêze. Ji ber ku kesên sendroma qedandinê dijîn, divê tu ji wan re bibêjî ku demekê bi tenê bimîne, demekê raweste û nexebite. Ji ber ku heman kes ji hilberînê têr bûye û hatiye asta qedandinê, hatiye asta ku naxwaze destê xwe biavêje tu tiştî û dixwaze ji xebat û hilberînê dûr bikeve. Tu ji van kesan re bibêjî bixebite, derkeve nava hevalan û hebekî liv û tevgêra xwe zede bike heman kes dê di warê neyînî de bêhtir aloz bibe û tiştên ku hîs dike dê dijwartir hîs bike.
Ji salên 1990î pê ve zêdeyî deh milyon kurd ji cihê xwe, ji nava mal û milkê xwe, ji gundê xwe, ji welatê xwe hatine koçberkirin an jî hatine mişextkirin. Gelo ji van malbatên ku ji cih û warê xwe mişext û koçber bûne çend malbat ji hevdu belawela bûne? Ji van malbatan çend kes hişbir û tiştên tiryak bi kar anîne? Çend kesan xwe kuştiye? Çend kes ketine nava tora sûcdariya ku ceza xwarine? Çend kes ji ber sedemên nexweşiya ku mirov dikare pêşiyê lê bigire mirine? Mirov dikare van pirsên civaknasiyê bipirse û li dûv heman pirsa bikeve ku xebateke tespitkirina heman bedêlan nehatiye kirin û heman tomarî dê di pêşerojê de bibe pirsgirêk û derkeve pêşiya civakê.
Ger ku pirsgirêkek hebe divê bê çareserkirin, birînek hebe divê bê dermankirin ku siberoj ji bo bincilkirina gemariyê, ji bo heman tevgêrê bi pirsgirêkên astbilind re rûbirû nemîne. Çi mudaxale hebe bila hebe ger ku di dema xwe de, di asta pêdivîtiyê de neyê mudaxalekirin dê bi pirsgirêkên astbilind rerûbirûmayin derkeve holê.
Di daxuyaniyên dewletê de tê gotin ku; di ser 17 hezar kesên ku hatine kuştin û faîlê wan ne diyar in, lê berpirsyar kî ne nehatiye tespitkirin û nehatine darizandin. Dema ku mirov li heman êrîşan dinihêre ku bedêla ji aliyê kurdan ve hatiye dayin dide ber hevdu û hevrûyî hevsengiya jiyanê dike bêwijdaniyeke gelek mezin heye û êrîşeke dijmirovahî heye ku gelek hovane ye.
Divê ev êrîş û dijwariyên ku tên jîyîn; mîna deh milyon mirov koçber bûne û xwedî çi encamên civakî ne bên lêkolînkirin, bên nivîsîn, bibin stran, bibin şano; divê ji her mijarekê bi sedan berhem derkevin ku asta êrişan baş li ber çavan bên raxistin ku kurdan çi zehmetî kişandiye û hê jî çi dikişinin, mîna wêneyên tuala li ber çavan bibe al. An dê heman êriş û hovitî bibe efsane, efsûnî, sendrom û xwedî derûniyeke neyînî ku di derûniyan de, di bîrkariya civakê de bi domdarî zindî olan vede.
Mîna di 1916ê de; ji kurdên bakurê Kurdistanê re gotin rûs tên û di ser milyoneke nîv kurdên ku li wir dijiyan koçber kirin. Di rê de di ser 600 hezar kurd di dema koçberkirinê de jiyana xwe ji dest dan. Divê kurdên di wê demê de hatine koçberkirin; di warê civaknasî de bên lêkolînkirin; ku ‘mirovên wê deme’ birçî bûn, tazî bûn, kincên tu kesan tune bûn û ji wan kesên ku zivistanê hatibûn koçberkirin 600 hezar kes di rê de jiyana xwe ji dest dan.
Ev mijar û mijarên mîna tundiyên ku di jiyana gele kurd de tên jiyîn baş neyên lêkolînkirin û encam baş derkevin zaneya zindî yan jî zaneya civakê dê êş û azara wê mîna axibandina birînê bi domdar biaxibe û dê êş olan vede. Ji ber vî awayî dema ku sendromek hebe divê bê çareserkirin û gor pêdivîtiyê tevger derkeve holê ku jiyaneke bitendurist bi domdar bê jiyîn. An jî dê sendrom mîna xemekê, mîna fikarekê, mîna gefekê li derdorê bigere û mirov û civakê aciz bike û bibe xwediyê xewnên neyînî.
Kesên bitendurist an civakên bitendurist divê di warê biyolojik, derûnî, civakî û çandî de baş bijîn, ger ku xalek ji van kêm be wan kesan an jî wê civakê tenduristiya xwe winda kirine û bûne xwediyên derûniyeke banga alîkariyê dike ye.
Kes an jî pergalên ku bûne xwediyên sendroma derûniya qedandî divê demekê raweste û ji nû ve dest bi xebatê bike. Lê mijarên ku bûne sedema qedandinê çareser bibe yan jî birînên ku bûne sedema qedandinê bi dermanê rast bên dermankirin ku birîn ji binî ve neaxibin û tenduristiyeke bêfikar bê jiyîn.