Mike Arnott ê Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê li ser navê saziya xwe têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand.
Arnott bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15’ê Îlonê de têkildarî doza Rêber Apo û bi taybetî jî têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ bicive.
Naveroka nameya Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundeeyê Mike Arnott bi vî rengî ye: “Di sala 1999an de Abdullah Ocalan hat revandin, li Girtîgeha Girava Îmraliyê hat rehîngirtin û li vir ji aliyê dadgheke leşkerî ya taybet ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di gel ku di sala 2002yan de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hat rakirin, cezayî wî veguherandin cezayê muebeta girankirî, yanî veguherandin cezayê hepsa muebetê ihtîmala wê ya tehliyeya bi şert tune ye. Ev cezayê hepsa muebeta girankirî ku beriya wê di pergala cezayî ya tirkan de qet nehatibû bikaranîn, tê fêmkirin ku bi taybetî ji bo Ocalan anîne lê belê piştre heman ceza bi sedan girtiyên siyasî hat birîn.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê du caran (2003/2005 û 2014an) biryarên şermezarkirina ku Dewleta Tirk mafên Ocalan binpê kirine, girtin. Lê belê Dewleta Tirk heta roja îroyîn têkildarî bicihanîna van biryaran tu pêngav neavêtine. Bi taybetî jî tişta girîng, biryara ku dadgehê di sala 2014an de daye ya têkildarî binpêkirina qedexeya cezayê hepsa muebetê yê dermirovî û ihtimala tehliyeya bi şert tune ye û miameleya biçûkxistinê û ji bo naskirina ‘Mafê Hêviyê’ pêkanîna reformên yasayî yên eleqedar e. Ev yek di sepanê de tê wateya ku doza Ocalan ji nû ve were lêkolînkirin û mekanîznayên ji bo derfeta tehliyeyê werin avakirin.
Komîteya Wezîran di îlona sala 2024an de, têkildarî doza Ocalan civînek li dar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Sekreterya hat erkdarkirin ku ger Tirkiye di nava salekê de biryara Dadgehê bi cih neîne, amadekariyên tedbîrên werin standin bike. Di mehên havînê de Tirkiyeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî di nav de ew ê ji bo girtiyên ku cezayê hepsa muebeta girankirî lê hatine birîn, ‘Mafê Hêviyê’ nas bike. Rewş êdî gelekî aşkere ye û dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye.
Weke sermuzakerevanê pêvajoya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ berdewam dike û nûnerê rewa yê gelê kurd, divê destûr were dayîn ku Ocalan bi awayekî tam beşdarî pêvajoyê bibe û ji ber vê yekê jî were berdan. Serketina vê pêvajoyê, wê ji bo herêmê encamên berfirehtir derxîne holê û ji bo xurtkirina aşitî û civakên demokratîk pêşiya pêvajoyên hevşibe veke. Di çarçoveya Rojhilata Navîn de ku lê şerên di navbera netewedewletan de her ku diçe zêdetir dibin, israra têkildarî aştî û xwerêvebirina demokratîk, wê ji piraniya krîzên heyî re çareseriyê pêşkêş bike û girîngtir bibe.
Em daxwaz dikin ku komîteya we vê derfetê bi kar bîne û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Ocalan serbest berde.”