Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervin Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faik Erol pêk tê, serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çû Girava Îmraliyê. Endamên şandeyê piştî li Îmraliyê nêzî 2.5 saetan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, ji Îmraliyê vegeriya. Tê payin ku Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê daxuyaniyeke dîrokî bide. Her wiha dê Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar sibe bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikin. Hevdîtin dê sibe li Qesra Serokkomariyê saet di 15.00ê de were kirin. Şandeya Îmraliyê dê beriya serdana Erdogan, bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bikin.
Şande ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ku serê sibê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditinê bike çû Girava Îmraliyê, piştî hevdîtina 2.5 saetan, ji Îmraliyê vegeriya.