Yasaya bi piştgiriya du partiyan hat qebûlkirin, bi taybetî jî di nava xwe de sererastkirinên nû yên li ser Îranê ên li dijî gefên leşkerî, siyasî û îstixbaratî dihewîne.
Sererastkirina hatî qebûlkirin, di mijarên weke kiryarên Îranê yên dewlemendkirina ûranyûmê û biryarên biçekbûna nukleerî yên muhtemel de zelaltiyeke zêde dide Kongreyê. Herwiha yasa rayeyê dide saziyên îstixbarata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku di mijara gefên xeter ên ji ber Îranê de hişyariyê bide welatiyên DYAyê.
Biryarên ku hatine girtin
Senatorê Komarparêz Tom Cotton di daxuyaniya hevpar a li gel senatorê Demokrat Mark Warner de diyar kir ku yasa li dijî gefên Îranê beralîkirina çavkaniyên hewce dihewîne û got: “Ev yasa, dabînkirina çavkaniyên hewce yên parastina welatê me ya li dijî gefên ji aliyê Îranê ve tên afirandin, dihewîne.
Di çarçoveya yasayê de ji îstixbarata DYAyê re têkildarî xurtkirina kapasîteya parastina li hemberî êrîşên sîber ên Îranê, hêzên wekîl, planên sûîqestê û kiryarên leşkerî yên herêmî rayeya zêde û budce tên dabînkirin.
Herwiha ev sererastkirin, astengiya seyahetkirina li ser dîplomatên Îranê yên li DYAyê kar dikin jî bi yasayan garantî dike. Ev sepan; di heman çarçoveya astengiyên ji bo dîplomatên Çîn, Rûsya, Koreya Bakur de tên dîtin.
Senatorê Demokrat Warner jî anî ziman ku yasaya berbehs ji civaka îstixbarata DYAyê re çavkanî û rayeyên hewce dabîn kirine û di heman demê de mekanîzmayee çavdêriyê ya Kongreyê ya xurt ava kiriye û got: Ez jinûveqebûlkirina vê yasayê ya li gel lihevkirineke xurt a du partiyan pir kêfxweş im.
Yasaya Erkdarkirina Parastina Neteweyî, budceya DYAyê ya parastinê ya sala 2026an diyar dike û Yasaya Raedarkirina Îstixbaratî ya li vê yasayê hatiye zêdekirin jî di serî de Îran û Çîn armanc dike ku berê xwe bide gefên gerdûnî. Sererastkirina ku ji aliyê Senatiya DYAyê ve hate qebûlkirin wê li gel îmzekirina Serok Trump bikeve meriyetê.
