Li Fransa, senatorên ji komên siyasî yên cuda hatin gelhev û ji bo kurdan çalakî li dar xistin. Bi giştî 24 senator tev lî çalakiyê bûn. Senatoran bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîllayên HPG’ê û banga avakirina şandeyeke navneteweyî kirin.
Senatoran, dowîzên li ser wan nivîsên mîna “Çekên kîmyewî; bi lez û bez dest bi vekolînê bikin” , “Erdogan rawestîne” , “Aştî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re” û “Piştevanî bi gelê kurd re“ nivîsandî, hildan û polîtîkaya şer a dewleta tirk a li ser kurdan şermezar kirin.
Di 1’ê kanûnê de jî senatorên ji partiyên cuda bi heman rêbazî êrîşên dewleta tirk ên li ser kurdan şermezar kiribûn. Di vê çalakiyê de senatoran ragihandibû ku wê di meha çileyê de heyetek ava bikin û bişînin herêmê.