Senatorê Komarger ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lindsey Graham fikarên xwe yên beriya niha anîbû ziman careke din dubare kir û diyar kir ku fikarên wî zêde dibin ku rêveberiya Sûriyeyê ya nû xwe daye ber Tirkiyeyê û li dijî kurdên li Sûriyeyê dest bi bikaranîna hêzê kiriye. Graham destnîşan kir ku di têkbirina mayinde ya DAIŞê de kurd li Sûriyeyê hevalbendê herî xurt ê DYAyê ye.
Graham her wiha bi bîr xist ku hêzên Kurd nêzî 9 hezar endamên DAIŞê yên herî xetere kontrol dikin û got, “Venegera van kesan li qada şer, ji bo berjewendiyên ewlekariya neteweyî yên jiyanî yên DYAyê gelekî krîtîk e.”
Graham anî ziman ku ew piştgiriyê dide dayina şenseke adîl ji bo hikûmeta Sûriyeyê ya nû û got, eger hêzên Sûriyeyê yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike êrîşên li ser Kurdan zêde bike, ev yek dikare pêvajoyeke nû û gelekî xetere bide destpêkirin.
Graham destnîşan kir ku ew bawer dike, li pêşberî rewşeke bi vî rengî wê li Kongreya DYAyê nerazîbûneke xurt û berfireh a herdu partiyan biafire û ev hişyarî da:
“Eger ji hinekan heye ku ez an jî hempîşeyên min di vê qonaxê de qebûl bikin ku girtiyên DAIŞî li şûna kurdan ji aliyê artêşa Sûriyeyê yan jî Tirkiyeyê ve bêne parastin, hingî ew kes xwe dixapînin. Biryara bi aqilane bidin.”
Graham 14ê çileyê jî gotibû, ew piştgiriyê dide dayina şensekî ji bo hikumeta Sûriyeyê ya nû û bi dewamî gotibû, “Lê belê (…) Ez ê êrîşeke bêperwa ya li hemberî mutefîkên me yên Kurd ne tolere bikim ne jî qebûl bikim.”
Senatorê DYAyî ev peyam dabû: “Ji hikûmeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê re dibêjim: Bi rengekî aqilane hilbijartina xwe bikin.”
‘Êrîş nayên qebûlkirin’
Endamê Kongreyê Frank Joseph Pallone Jr. ku yek ji kesayetên herî payebilind ê Demokratan ê li Komîsyona Bazirganî û Enerjiyê ya Meclîsa Nûneran e anî ziman ku ew ji ber agahiyên dawî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bi fikar e.
Endamê kongreyê got, “Raporên cihê baweriyê hene ku nîşan didin, ku hêzên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re li hemberî hevalbendên me yên kurd ên li Bakurê Sûriyeyê bi pêş ve diçin. Ev agahî bi rengekî cidî min dixe nava fikaran.”
Endamê Kongreyê diyar kir ku hêzên kurd di têkbirina DAIŞê de bi rola diyarker rabûn, hevalbendê bingehîn ê DYAyê ne û ev hişyarî da: “Her cûre êrîşeke nû ya li hemberî van hêzan nayê qebûlkirin. Divê rageşî tavilê bi dawî bibe.”
