14 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Sembola parastina rûmetê: Ziyad Heleb

Ziyad Heleb bi wêrekî, fedekarî û biryardariya xwe li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da.

Dîroka têkoşîna gelê kurd tijî qehreman in ku bi raman û çekên xwe di qadên şer de li dijî dagirkeriyê dil û nefesên dijminan şewitandin. Yek ji wan qehremanan Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb e. Wî bi canê xwe rûmeta gelê xwe parast, di berxwedana dîrokî ya taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de çîrokeke bêhempa nivîsand.

Fermandar Ziyad Heleb ew fermandar bû ku bi hevrêyên xwe yên fedayî re kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguherand goristanên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta tirk a dagirker. Di nav pênc rojên berxwedana dîrokî de, wî mejiyê qirêj yên çeteyan li kolanên Şêx Meqsûdê bi erdê re kir yek.

Navê rastîn yê Şehîd Fermandar Ziyad Heleb, Ziyad Qadûr e. Di sala 1988an de li Efrîn jidayik bûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Di sala 2011an de tevli refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye û bi fedakirina canê xwe, gelê xwe ji komkujiyeke berfireh rizgar kir û heta heta cihê xwe di dilê têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelê kurdên bi rûmet de girt.

Şehîd Ziyad Heleb ne tenê şervanekî xwedî perwerdeya siyasî bû, lê di heman demê de fermandarekî leşkerî bû ku bi ruhekî fedakarî canê xwe di ber rûmeta gelê xwe û mirovahiyê de da. Ji ber vê yekê, ew hîn di destpêka tevlibûna xwe de, çû nav refên pêş yên têkoşîna çekdarî. Fermandar Ziyad Heleb, rêberiya şer û berxwedanê li dijî çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta dagirker a tirk kir.

Dema ku di sala 2015an de taxên kurdan ji her alî ve rastî êrişan hatin, Ziyad Heleb çîrokeke qehremanî li dijî dagirkeran nivîsand. Beşdarbûna wî ya çalak di berxwedanê de ew kir fermandarekî xwedî ezmûn û jêhatî ku di 11 salên borî de her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parast, bi vî awayî nehişt destê qirêj yê çeteyan û Îslama Tundrew bigihije wî gelê pîroz.

Li qadên şer, Fermandar Ziyad Heleb ne tenê fermandar û mertalek bû ji bo parastina gelê xwe, lê di heman demê de rêberek bû ku ji bo hevalên xwe sembola wêrekî û biryardariyê bû. Ew bû rêberê xeta azadî û demokrasiyê ya gelan li dijî çete û bermahiyên DAIŞê.

Fermandar Ziyad di dema êrişan de peyama hilbijartina berxwedanê da û tê de wiha got: “Em zarokên vir in, em li vir jidayik bûne û em ê li vir bimînin. Em sond dixwin ku em ê gelê xwe biparêzin û nehêlin kes zilmê li wan bike. Em ê heta nefesa xwe ya dawî şer bikin, me biryar daye ku em şehîd bikevin û canê xwe feda bikin.”

Fermandar Ziyad ew gotinên xwe yên ku hemû dinya bûyî şahid, di pratîkê de jî ispat kir ku bi qehremanî li ber xwe da û teslîmî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî dîrokî, soza xwe ya ji gelê xwe re bi cih anî.

Ev ne çîroka şervanekî ye, ev agirê hest û evîna şoreşgerekî ye ji bo gelê xwe li meydana şer û li dijî siyaseta teslîmbûn û xiyanetê ya ji aliyê dijmin ve hatiye ferzkirin, radiweste.

Ev ne tenê çîroka şervanekî ye, ev agirê hest û evîna şoreşgerekî ye ji bo gelê xwe li meydana şer, berxwedana wî ya li dijî siyaseta teslîmbûn û xiyanetê ya ji aliyê dijmin ve hatiye ferzkirin.

Soza fedakarî û li hember xeyalên dagirkeran rawestin, taybetmendiya şoreşgerên wêrek yên li meydana şerê ku bi ava welatparêziyê mezin bûne. Ji ber vê yekê, di 10ê çileya 2026an de, fermandar Ziyad Heleb heta nefesa xwe ya dawî li dijî hovîtiyê şer kir û di ber parastina gelê xwe de canê xwe feda kir û şehîd bû. Mîna gelek fermandar û qehremanên din yên vî gelî û rêyê, ew bû sembola têkoşîn û berxwedanê.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS