8 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Sembola berxwedan û parêzvana zimanê kurdî

'Ez wek jineke kurd li vir im û ez heme' têkoşîn û berxwedana Sêvê Demîr ya parastin û pêşxistina ziman ev pênase afirand.

‘Ez wek jineke kurd li vir im û ez heme’ xwediyê vê gotinê stêrka herî geş a asimanê welatê roj-ronahiyê, rûgeşa jiyana gelê xwe Sêvê Demîr e. Ew her wek stêrkeke geş dibiriqî di nav hevalên xwe de, bi rûgeşî û rûkeniya xwe ya şîrîn, bi biskên xwe yên xelek bi xelek û bi çavên xwe yên keskane ku ji rengê xwezayê dihate nasîn. Wekî çawa ku navê xwe ji rengê xwezayê, ji rengê dara Sêvê û ji dara jiyanê girtiye, Sêvê di nav jiyanê de jî ew qas rengîn, bi kelecan, bi coş, jiyanhez û mirovhez bû. Bi kurtasî jiyana wê ya biwate û têkoşîna wê ya bêhempa pênaseya gelek tiştan bû. Mirovekî ku hîç Sêvê nas nekiribe jî, ji liv û tevgera wê ya di nav jiyana rojane de fam dikir ku ew xwedî kesayeteke çawa û taybetmendiyên çawa ye. Sêvê Demîr kî ye? Sêvê Demîrê di sala 1974an de li navçeya Stewrê ya bajarê Mêrdînê çavên xwe li dinyayê vekirine. Sêvê û malbata xwe, hê di 4 saliya wê de, ji ber polîtîkayên koçberiyê yên dewletê koçî bajarokê Saltê yê Manîsayê dikin. Ew jî wekî her zarokeke kurdan bi polîtîkayên pişaftin û xwepişaftinê re rû bi rû dimîne. Di temenekî biçûk de rastî gelek êrişên nijadperestan tê. Qedexekirina ziman û çanda kurdî, reng û dengên kurdî bandoreke mezin li ser wê dike. Ev êriş û qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî, dibin sedem ku nakokiyên di serê Sêvê de yên der barê doza kurdan û kurdewariyê de hê kûrtir bibin. Di welatekî biyanî de, zarokek bi ziman û çandeke qedexe, lê di heman demê de jî di nav malbateke welatparêz de were dinyayê û mezin bibe, ew qas ne hêsan e ji bo wê zarokê. Her ku diçe nakokiyên di serê wê de mezin dibin û wê ber bi heqîqeteke mezin a kurd û Kurdistanê ve dibin. Çîroka Sêvê Demîrê ji vir dest pê dike. Li dijî pişaftin û xwepişaftinê; ziman, parastina çand û nirxên xwe yên neteweyî di jiyana wê de dibin xaleke jêneger û heqîqeta jiyana wê. Ew di temenekî pir ciwan de ji bo debara malbata xwe hem di nav erd û karên welatekî biyanî de dixebite û hem jî li dijî zilm û zordariya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd ku kiriye, tê dikoşe. Jixwe çîroka têkoşîn û berxwedana Sêvê, tam jî ji vir dest pê dike û wê ber bi nemiriyê dibe. Ew tu carî ji mirinê neditirsiya, ji ber vê yekê jî wê tu carî serî li hember dijminê xwe netewand, wê her dem û li her derê bi bîr û baweriyeke pîroz têkoşîna xwe domand. Di jiyana wê de tişta herî girîng têkoşîna li dijî nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê bû. Lê ya herî zêde jî bipêşxsitina çanda berxwedan û parastina zimanê dayikê bû li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û lixwebiyanîbûnê. Ev pîvan her esas û jêneger bû di jiyana wê de. Ji ber vê yekê di temenekî ciwan de dest bi rojnamegeriya kurdî dike. Wê hem di nav erdên pembû, îsot, firingî û tirî de kar kiriye û hem jî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd xebatên rêxistinî kirine. Bi taybetî jî rojnameya Welat, Welatê Me û Azadiya Welat mal bi mal gerandine û her wiha hişmendiya parastina zimanê kurdî di nav gel de bi rêxistin kiriye. Sêvê ji ber xebatên rojnamegeriya kurdî û xebatên komîsyona jinan a HADEPê tê girtin û du salan di zindanê de dimîne. Ew di zindanê de biryara xwe dide ku bibe şoreşgereke têkoşîna jinan û berxwedana gel û tev li têkoşîna azadiyê bibe. Ew piştî ku ji zindanê derdikeve, li soz û biryara xwe xwedî derkeve û bi tamamî xwe tev li xebatên têkoşîna azadiya jinan dike û ber bi welatê rojê dimeşe. Sêvê Demîr di sala 2004an de di nav xebatên baskên Jinan ên DEHAPê de cih digire û heta demeke dirêj xebatên jinan dide meşandin. Bi giştî piştî xebatên demdirêj ku jinan di nav partiyên siyasî yên wekî HADEP, DEHAP û hwd. de dimeşandin, bi mezinbûna rêxistina jinan pêdivî hatibû dîtin ku jin êdî wek rêxistineke xweser xwe ji nû ve avasaz bikin. Di encama nîqaş, komxebat û konferansan de fikra tevgera jinên azad bi awayekî şênber derdikeve holê. Di 2005an de yekemîn konferansa Tevgera Jinên Şoreşger û Azad (DÖKH) hat avasazkirin. Sêvê Demîr jî di nav tevgera jinan de cihê xwe digire û bi ruhekî fedekarane xebatên jinan dimeşîne. Di vir de tişteke pir girîng û balkêş heye ku hêja ye were nivîsandin. Hevala Sêvê kîjan xebat meşandibe jî, lê xebata wê ya herî sereke û girîng xebata hişmendiya ziman bûye. Sêvê ji ber vê taybetmendiyê bala her kesî dikişand ser xwe yan jî bala her kesî li ser wê bû. Dema ku ew dikenî û bi kurdî diaxivî, mirovan ji xwe şerm dikir ku bibêjin “em kurdî nizanin”. Mirovên ku kurdî nedizanîn jî hewl didan ku hîn bibin û biaxivin. Ew qas di mijara ziman de hesas bû. Sêvê Demîr ji ber vê taybetmendî û hezkirina xwe ya zimanê kurdî, di 2006an de li ser navê Tevgera Jinên Şoreşger û Azad di komisyona damezirandina TZPKurdiyê de cih digire ku ji 7 kesan pêk dihat. Anku jina yekemîn ku di xebatên tevgera ziman de cih girtiye û xebatên ziman dane meşandin, jina şoreşger û têkoşêr Sêvê Demîr e. Wê ji 2006an hetanî 2009an hem xebatên tevgera jinan dan meşandin û hem jî bi ruhekî fedekarane, bi kelecaneke mezin xebatên TZPKurdiyê yên rêxistinî û hişmendiyê dan meşandin. Wê ji bo hişmendiya ziman, pêşxistin û pêşvebirina zimanê kurdî di gelek bajaran de civînên jinan, civînên gel pêk anîne. Di gelek bajaran de komxebat û komcivîn ji bo rêxistinkirin û parastina ziman li dar xistine. Bi kurtasî di pêşxistin û pêşvebirina tevgera ziman de kedeke wê ya mezin heye. Ez bi xwe jî bi hewldanên wê di 2006an de ji xebatên çand û hunerê yên NÇMyê veqetiyam û ketim nav xebatên TZPKurdiyê. Anku bandora hevaltiya wê gelekî li ser min hebû. Xebatmeşandina bi wê re û bi taybetî jî meşandina xebatên ziman şanaziyek bû. Sêvê xwedî zimanekî şîrîn, çêker û xwedî mebest bû. Vê taybetmendiya wê bandoreke mezin li ser min dikir ku bi şanazî bi wê re bixebitim. Sembola berxwedan û parêzvana zimanê kurdî Her wekî ku tê zanîn, di sala 2009an de ji hêla dewleta tirk ve bi navê doza KCKyê operasyoneke qirkirina siyasî pêk hat û di encamê de jî bi hezaran mirov hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn. Ji wan kesên ku hatibûn girtin, yek jî Sêvê Demîr bû. Wê demê TZPKurdiyê biryar dabû ku li dadgehên Tirkiyeyê parastina bi zimanê kurdî bê kirin. Bi doza KCKyê re ev biyar pêk hat. Berxwedêrên zindanan ên li seranserê Tirkiye û Kurdistanê hemûyan li dadgehan bi zimanê kurdî parastina xwe dikir. Yek jî ku bi îsrareke mezin, bi ruhekî berxwederane, bê tirs û fikar bi zimanê dayikê parastina xwe dikir û her carê di dadgehê de digot, “Ez wek jineke kurd li vir im û ez heme” bêguman hevala Sêvê Demîr bû. Sêvê ji ber vê taybetmendiya xwe, bi îsrara xwe ya parastina bi zimanê kurdî û bi rûgeşiya xwe bala her kesî kişandibû ser xwe. Lewma ew hem di dadgehan de û hem jî di nav gel de wek sembola parêzvana zimanê kurdî hatibû pênasekirin. Li gorî bîr û baweriya min, ev pênaseyeke sade nebû û wisa ji nişka ve jî derneketibû holê. Têkoşîn û berxwedana wê ya parastin û pêşxistina ziman ev pênase afirand. Ew jî hetanî dawiya jiyana xwe bi ruhekî fedekarane li vê pênaseyê xwedî derket. Bi kurtasî wê xwe di vê pênaseyê de jînwer kir û ev pênase weku mîraseke mezin jî ji me re hişt. Sembola berxwedanê Sêvê Demîr, di pêvajoya rêwitiya xwe ya 5 salan a zindanên Mêrdîn û Amedê de jî bi ruhekî welatperwerane tev li gelek çalakiyan dibe. Ji wan çalakiyan jî, çalakiya serdemê ya herî mezin greva birçîbûnê ya 12ê Îlona sala 2012an bû. Ji ber polîtîkayên tecrîda giran ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ebdulah Ocelan dihatin meşandin, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û qedexeyên li ser zimanê kurdî û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî, ew bi gelek hevalên xwe re ketibû greva birçîbûnê. Ew bi gelek hevalên xwe re 68 rojan di greva birçîbûnê de dimîne. Sêvê piştî ku ji zindanê derdikeve, di sala 2014, 2015 û 2016an de hem xebatên tevgera azadiya jinan û hem jî xebatên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dimeşandin. Wê hem wek endama meclîsa giştî ya DBPê û hem jî wek Koordînasyona Kongreya Jinan (KJA)yê berpirsiyariya herêma Mêrdîn û Botanê dikir. Bi doza KCKyê re ev biyar pêk hat. Berxwedêrên zindanan ên li seranserê Tirkiye û Kurdistanê hemûyan li dadgehan bi zimanê kurdî parastina xwe dikir. Yek jî ku bi îsrareke mezin, bi ruhekî berxwederane, bê tirs û fikar bi zimanê dayikê parastina xwe dikir û her carê di dadgehê de digot, “Ez wek jineke kurd li vir im û ez heme” bêguman hevala Sêvê Demîr bû. Sêvê ji ber vê taybetmendiya xwe, bi îsrara xwe ya parastina bi zimanê kurdî û bi rûgeşiya xwe bala her kesî kişandibû ser xwe.

Hevnasîna min û hevala Sêvê Demîr Dema ku mirov di rêyêke dirêj û bêdawî û xwedî armanc de bimeşe, bêguman mirov di vê rêyê de rastî gelek mirovên xwedî armanc jî tê. Bi xwezayî armancên wan digihêjin hev û hemû bi hev re dibin xwedî yek armanc. Nemaze di vê armancê de heqîqeteke kurd û Kurdistanê hebe, wê demê wateya rêwîtiyê jî vediguhere pênaseyeke nû: hevalên azadiya rêya welatê xwe. Ev rê jî ji bo jinan hê bêhtir watedar e. Ji ber ku wateya jin-jiyan û axê bi hev re yek pênase ye. Ez jî wek jineke kurd bûm xwedî armanc ku bibim bawermendeke vê felsefeya rêya azad a welat. Bêguman di vê rêya azadiya welat de jî ez rastî hezaran dildar û evîndarên vê felsefeya rêya azad a welat hatim. Yek ji wan hevalan jî hevala min a hêja Sêvê Demîr bû. Hevnasîna min û hevala Sêvê jî di sala 1996an de çêbû. Min li bajarê Aydinê hem di komîsyona jinan a HADEPê de xebat dikir û hem jî xebata rojnameya Azadiya Welat. Bêguman heval Sêvê jî bi heman şêweyî li Manîsayê xebat didan meşandin. Wê jî hem xebatên partiya siyasî dikirin û hem jî belavkariya rojnameyê dikir. Bi vê boneyê civînên me yên herêma Egeyê li bajarê Îzmîrê pêk dihatin û em di wan civînan de rastî hev dihatin. Meşa min û hevala Sêvê di wê salê de dest pê kir û hetanî Kurdistanê hat. Em bi hev re di Tevgera Jinên Şoreşger û Azad de xebitîn, di Tevgera Ziman û Perwerdeya Zimanê Kurdî de xebitîn hetanî ku em her du jî ji doza KCKyê hatin girtin. Dema ku em hatin girtin û bi şûn de jî, me di zindanê de jî bi rêya nameyan hevaltiya xwe berdewam kir hetanî ku em ji zindanê derketin. Piştî ku em ji zindanê derketin, me bi hev re di endamtiya meclîsa giştî ya navendî ya DBPyê de cih girt. Dema ku ez li Nisêbîn û Kerboranê dixebitîm, hevala Sêvê jî li Cizîr û Silopiyayê dixebitî. Hema bêje her roj me dengê hevdu dibihîst. Wexta ku me telefonî hev dikir, her cara ku min jê re digot “porxeleka min, tu çawa yî?”, wê jî ji min re digot “çavbeleka min BERXWEDAN JIYAN E”. Em bi hevdu re bi van gotinên xwe dikeniyan û me bi hev re digot “BERXWEDAN JIYAN E”. Roja ku li Kerboranê qedexeya derketina kolanan dest pê kir, taxa ku şer lê hebû ez di nav wê de mabûm. Ez di 18ê Cotmeha 2015an de li Kerboranê hatim girtin û ez birim zindana Midyadê û piştre jî ez sirgûnî Karataşa Edeneyê hatim kirin. 3 meh piştî girtina min, hevala Sêvê bi vîn û baweriyeke xurt bi gotina xwe ya pîroz û di jiyana wê de jêneger “BERXWEDAN JIYAN E” li ber xwe da û hetanî nefesa xwe ya dawî bi her du hevalên xwe Hevseroka Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir û endama Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di 4ê Çileya sala 2016an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tev li karwana nemiran bûn. Min li zindana Karataşa Edeneyê saet di 12ê şêvê de li ber ekrana TVyê nûçeyên lezgîn temaşe dikirin. Di şert û mercên wisa de bihîstina şehadeta hevalên xwe û bi taybetî jî şehadeta hevala Sêvê ez ji nav cîhanekê derxistim û birim cîhaneke din. Xewn û xeyaleke ku min nedixwest jê bawer bikim. Hevaltiya Sêvê, hezkirina wê ya ji axa welat, çand û jiyana wê ya kurdewar, inyada wê ya berxwedêriyê dê her dem û dewran bibe rojrohaniya me û ew ê her dem di jiyanê de nemir bibe û dê her bijî. Belê, jixwe piştî şehadeta hevala Sêvê Demîr, ev cara yekemîn e ku ez behsa hevaltiya xwe û ya wê dikim û ev cara yekemîn e ku ez pênûsê digirim destê xwe û li ser navê hevala Sêvê Demîrê nivîsekê dinivîsînim. Ji ber vê yekê jî nivîsandina vê nivîsê ji min re ew qas hêsan nehat û bi taybetî jî di warê hestî de min pir zehmetî kişandin. Lê dîsan jî ez gelekî bextewer dibînim ku nivîsandina jiyana hevala min a 28 salan Sêvê Demîr bû para min. Belê hevala min a hêja û pîroz Sêvê, porxelek û rûgeşa min, stêrka herî geş a asimanê welatê min, tu yê her dem û dewran wek stêrkên asimanan, wek roj-ronahiyê di jiyana me de her bibiriqî û zindîwer bibî! Bila bibare xunavka biharê, bila biherike ser rûgeşiya te, da ku ez gul û gulçîçekên ku bi rûgeşî û rûkeniya te ya şîrîn aş bûne, kom bikim, bihûnim û taca zêrîn daynin ser keziyên xelek bi xelek, da ku hemû jinên ciwan li ber vê xemla te govenda azadiyê bigirin, biqîrîn û bibêjin: “Em wek jinên kurd li vir in û em hene!”