11 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Selman Esmer ê ku 30 sal in girtî ye nayê berdan

Girtiyê nexweş Selman Esmerê ku ev 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê girtin bi hinceta ku “Esmer zexta lêgerîna tazî û poşmantiyê qebûl nekir”, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin

Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê tê girtin û ev 30 sal in di girtîgehê de ye. Esmer, diviyabû ku di 22yê Sibatê bihata berdan. Lê belê bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekir û di 15ê Sibata 2020ê de dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatibû kirin li dijî zexta lêgerîna tazî derketiye, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

Esmer, di Tebaxa sala 1994an de ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Aydinê ve bi îdiaya “Hewl da beşeke xaka di bin serweriya dewletê de dabeş bike” cezayê muebbedê lê hate birîn. Esmer, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Mereş, Sêrt, Bandirma û Afyonkarahîsarê ma. Birayê Esmer, Davut Esmer ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyê da.

Davut Esmer, diyar kir ku birayê wî nehatiye tedawîkirin û ji bo taloqkirina tehliyeya wî hincet hatine çêkirinj. Esmer, bi bîr xist ku bi hinceta di demên berê de jê re qertên Newrozê hatine şandin, 10 meh ceza lê hatiye birîn û ev tişt anî ziman: “Kekê min diviyabû di Tebaxa par de bihata tehliyekirin. Lê 10 meh ceza lê hate birîn. Em li bendê bûn ku di 22yê vê mehê de bihata berdan lê me bihîst ku tehliyeya wî hatiye taloqkirin. Mîna biryara berê ev biryar jî hiqûqî nebû. 30 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye û em li benda tehliyeya wî bûn. Lê belê bi hincetên vala tehliye tê astengkirin. Bila ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe. Ne tenê kekê min, ji bo gelek girtiyan van biryaran didin. Hiqûqê tune dihesibînin. Divê tevahiya raya giştî di vê mijarê de bihestiyar be. Bila ev bêedaletiye bi dawî bibe.”

Divê bê dermankirin

Esmer, da zanîn ku kekê wî nexweş e û divê were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kekê min nexweşê prostat û ulserê ye. Şert û mercên girtîgehê ji bo prostatê gelek xerab in. Divê tedawiya wî baş be û bêkêmasî be. Ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê li cem malbata xwe be. Ji bo vê jî divê were berdan. Di 7ê Îlona 2022yan de rewşa wî giran bû û bi lezgînî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê. Di tetkîkan de hat tespîtkirin ku prostata wî gelek mezin bûye. Piştre birin beşa Urolojiyê û jê re gotin ku divê emeliyat bibe. Piştre emeliyat bû lê hêj jî rewşa wî giran e.”

Bi kêfî ceza lê birîn

Ji bo berdana Esmer 13 meh mabûn ku ji ber qerta Newrozê ya jê re hatiye şandin 10 meh ceza lê hate birîn. Ji ber nîşeya “Newroz pîroz be!” ya li ser qerta Newrozê, 3 rojan cezayê hucreyê li Esmer hate birîn û lêpirsîna edlî hate destpêkirin. Di îdianameyê de cih dan kartpostala Newrozê ku piştî kontrola îdareyê ji Esmer re hatibû dayin. Îdianame hate qebûlkirin û bi îdiaya “Wêne, pankart, sembol û hwd. ên rêxistina sûc temsîl dikin li cem xwe girtiye” li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Afyonkarahîsarê doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê di 2yê Hezîrana 2022yan de hat lidarxistin û 10 meh cezayê hefsê li Esmer hate birîn. Daîreya Cezayan a 7emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Konyayê îtîraza li dijî biryarê red kir û ceza erê kir. Bi vê yekê re cezayê li Esmer hatiye birîn teqez bû.