Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli birîbû, erê kir. Mizrakli têkildarî vê biryarê ji hesaba xwe ya X’yê peyamek parve kir. Mizrakli, li dijî biryara erêkirinê bi gotina Seyîd Riza ys ku di dema êrîşên Komkujiya Dêrsimê sala 1938’an de pêşengî ji berxwedanê re kir, bersiv da biryara erêkirinê.
Peyama ku Mizrakli bi rêya parêzerê xwe parve kir, wiha ye: “Me di meşa xwe ya birûmet û mirovahiyê de gelek canên xwe winda kirin, di dadgehên pergalê de bûn şahidê bi deh hezaran bêhiqûqiyan û biryarên bêedalet. Vaye biryareke din li wan zêde bû. Weke ku kalikê min Seyîd Riza gotiye ; ‘Min bi hîle û derewên we nekarî ev ji min re bû derd. Min jî li hemberî we serî netewand çog nedanî bila ev jî ji we re bibe derd.”