8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Selahattîn Demîrtaş: Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, piştî serdana Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da û ev peyama Selahattîn Demîrtaş parve kir: “Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Wekîlê Stenbolê Cenîz Çîçek, çûn serdana Girtîgeha Edîrneyê û bi Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli re hevdîtin kirin. Piştî serdanê, li pêşiya girtîgehê daxuyanî hat dayin. Gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Em aştiyê dixwazin” hat hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Tulay Hatîmogûllari, got ku Doza Kompasê ya Kobanê hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla siyasî ve yek ji rûreşiya herî mezin e û got: “Hevalên me bi neheqî û derhiqûqî hatin girtin û ev 10 sal in girtî ne.” Tulay Hatîmogûllari, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got ku parêzerên Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên ji Doza Kobanê serlêdanên pêwîst kirine. Tulay Hatîmogûllari, got ku divê bêyî yek deqe li bendê bisekinin biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin û girtî bên berdan.
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ew derbeya 4ê mijdarê weke amûra bêdengkirina siyaseta demokratîk dibînin. Tulay Hatîmogûllari bang li siyasetê kir ku darazê weke ço bi kar neyîne. Tulay Hatîmogûllari careke din banga berdana siyasetmedarên girtî kir.
Tulay Hatîmogûllari, piştre jî peyama Demîrtaş xwend. Peyam wiha ye: “Di serî de silav û hezkirinên xwe ji gelê me yê hêja û kedkarên çapemeniya azad re dişînim. Hêvî dikim ku komîsyona çareseriyê ya Meclisê di demekî herî nêz de biryareke dilwêrek bide û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Hêvî û daxwaza me ev e. Ji ber ku şerê 50 sal in didome, bi temamî ji holê radibe. Di van 50 salan de her tim polîtîkayên ewlehiyê esas hatin girtin. Di encama vê de mixabin bi deh hezaran ciwanên me canê xwe ji dest dan. Niha jî tişta heta niha nehatiye ceribandin tê ceribandin. Ger pêwîst bike divê wekîl rîskên siyasî bidin br çavan û ji bo rûpelekî nû yê aştiyê biçin Îmraliyê.”