Îro cîgirê şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Îsam El Sadî pêşwaziya sektreterê giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Akber Ehmedyan kiriye û pê re civînek li dar xstiye.
Li gorî medyaya Iraqê serdan ji bo rojekê ye, Ehmedyan dê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî û gelek rayedarên iraqî re bicive.
Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Amîr Ebdullahyan ragihandibû ku Ehmedyan dê serdana Iraqê bike ji bo ku ewlehiya herêmî nîqaş bike.