Di 12ê Îlona sala 1980yî de li Tirkiyeyê “Darbeya Kenan Evren” çêbû. Kenan Evren bi vê darbeya leşkerî re di heman rojê de Meclisa Tirkiyeyê girt, deriyê hemû partiyên siyasî kilît kir û destûra bingehîn ji meriyetê rakir. Bi qasî 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes jî weke kesên xeter hatin qeytkirin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê darvekirinê hat xwestin. 50 kes hatin darvekirin. 14 hezar kes ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî derketin derveyî welat û bûn penaber. 856 kes di bin îşkence, şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. 937 film hatin qedexekirin, kilît li deriyên 23 hezar 677 sazî, dezgeh û komeleyan hat xistin.
Bi ragihandina rewşa awarte re, Kurdistan û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî. Serdema qedexeyên dijwar dest pê kir. Polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê yên li ser kurdan dijwartir bû. Ji bo astengkirina azadiya nasname, bawerî û çandan, tedbîrên ji demên berê dijwartir hatin wergirtin.
Kenan Evren ji bo van kiryaran rewa û domdar bike çû guhertina destûra bingehîn. Di 7ê mijdara 1982yan de bi deng dayîna gel a ji sedî 92 ku hat qabûlkirin destûra bingehîn hat guherîn. Piştî rejîma Kenan Evren jî kîjan desthilatiyên ku hatine ser rêveberiya dewletê, li gel hiqûq û kiryarên 12ê Îlonê rexne kirine jî destûra bingehîn a leşkerî neguhertine.
Cuntaya leşkerî ku hat ser dewletê îşkenceyên mezin kir. Hovîtiyek mezin pêş xist, bi sedhezaran mirov girtin û di îşkenceyan re derbas kirin. Çepên tirkan, sosyolîst, demokrat, şoreşgerên kurd û tirk ketin ber destarê darbeyê. Lê bi taybetî jî qadroyên PKKê yên ku hatin girtin di îşkenceyên mezin re derbas bûn. Rejîma faşîst a Kenan Evren, ji bo wan digot: “Ma em wan bi darve nekin xwedî bikin?”
Li gel ku di ser darbeya 12ê Îlonê re 45 sal derbas bûye jî hêj şop û bandora wê li ser civak û bi taybetî jî mexdûrên wê demê hene. Yek ji şahid û mexdûrê wê darbeyê Beşîr Dundar wan rojan vegot û li ser rewşa civakê ya wê demê ev tişt anî ziman:“ Wexta derbe çêbû herkesi digotin ku her tişt xilas bû. Di rewşeke mehşerî de her kes bêhêvî dibe.”
Bêguman rewşeke xirab bû her kesî ev bi hemû şaneyên xwe hîs dikir û dijiya. Beşîr Dundar jî wekî gelek kesan tê girtin û wî dixin Zindana Amedê. Lê dibe ku ew ji gelek girtiyên din bi sihûdtir e. Lewre dikeve qowişa yek ji pêşengê PKKê Ferhat Kurtay. Ji bo wî ev dibe derfetekî berxwedan û hêzdariyê. Dema ku behsa wan rojan dike bi rêzdarî û bi hesret bi bîr tîne û wiha dibê: “Wê demê ez jî mehkûm bûm. Ez hatin girtin. Min xistin qowişa 33yan a Ferhat Kurtay. Di nav wan şert û mercên hovane de Ferhat Kurtay ji bo me wekî çirayekê bû. Ji me re mamoste bû. Gelekî zana û bi moral bû. Hêza barxwedanê dida me.”
Beşîr Dundar bi domdarî li ser jiyana zindanê û serpêhatiyên bi Ferhat Kurtay re van tiştan anî ziman: “Hêviya me ya pêşerojeke azad tune bû. Lê Ferhat Kurtay rê nîşanî me de, jiyana rêxistînî bi da fêmkirin, perwerdeya siyasî dida me. Li zindanê jî me jiyana xwe ya rêxistinî û komunî ava kir. Ferhat hertim digot bi hêvî bin dê heval dest pê bikin. Wekî ku van rojan didît diaxivî. Gelekî zana bû. Mamosteyê me Ferhat Kurtay bû. Ji bo min şansek mezin e ku li cem Ferhat bûm.”
‘Em serbilind in’
Li ser îşkenceya li zindanê Beşîr Dundar wiha axivî: “Lêdan û îşkence gelek bû. Yên ku li ber xwe didan lêdan dixwarin û yên li berxwe nedidan jî şorbe vedixwarin. Mehên havînê ji ber xwîna me germ bû û goştê xwe berdida lêdana jopan me nedihêşand lê zivistanê ji ber ku xwîn dikişiya û goştê canê me ji serma diciviya ser hev du lêdana jopan pir diêşand. Dema ez hatim girtin 75 kîlo bûm lê di zindanê de daketim 55 kolîyî. Endamên partî û rêxistinên din zû berdan lê me hiştin. Li gel vê yekê jî ez nabêjim ez mexdûrim, me doza azadiyê kir û berdêlê wê jî me da. Em serbilind in.”
‘Me leheng nas kir’
Beşîr Dundar bi serbilindî behsa wan rojan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi ji destên wan hat wan kir, çi ji destên me jî hat me kir, me li ber xwe da û ala têkoşîna azadiyê daneanî. Ew 6 salên xwe yên di îşkenceya li Amedê bi hemû temenê xwe nadim. Me leheng naskir, em bi wan re meşiyan û me li ber xwe da. Ew sekna wan ji bo me bû rêgeza jiyanê.”
‘Ez wijdanê gelê tirk ê li Kurdistanê me’
Li dijî hovîtiya li Zindana Amedê çalakiyên kadroyên pêşeng ên PKKê textê rejîmê dihejîne. Di destpêkê de Mazlûm Dogan roja Newrozê (21ê Adara 1982yan) û piştre jî di 17ê Gulana 1982yan de çalakiya “Çaran” ya Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner xofek mezin xist dile şefê faşîst Esat Oktay Yildiran. Piştî çalakiya “Çaran” Beşîr Dundar jî dixin qowişa 35an. Wê deme nêzî Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Mustafa Karasû û Riza Altûn dibe. Dundar ku şahidiyê ji berxwedanê re dike wiha dibêje: “Rojekê dengê leşkeran dihat bi Kemal Abê (Kemal Pîr) re diaxivîn. Jê re digotin Patron. Leşkeran ji Kemal Pîr pirsî ‘Çi kare te di nav vana de heye?’ Kemal Abê jî bersiv da leşkeran û got, ‘Ez wijdanê gelê tirk ê li Kurdistanê me’ helwesta wan sekna wan hêz dida mirov. Beşîr Dundar wiha didomîn e: “Carna xweziya min tê bi wan rojan. Zindana Amedê ji min re bû havên ez nelewitîm. Ji bo min bû bingehek. Her ku ew şehîdan tên hişê min ez li gorî armanca wan tev digerim û hewl didim ku jiyana xwe li gorî wê seknê bijîm.”
‘Veguherî buhiştê’
Di encama têkoşîn û berxwedana bi salan a ji Zindana Amedê heta çiyayên Kurdistanê, ji gundan heta bajaran bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî hebûna kurdan hatiye qebûlkirin, polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê şikiyane û îro kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê serkêşiya demokrasiyê dikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke avakirina Aştî û Civaka Dermokratîk heye. Li ser wê jî Beşîr Dundar van tiştan anî ziman: “Divê em destê Serok xurt bikin. Ji salê 90î ve ye Serok armanc dikir ku aştiyekê pêş bixe. Di got ez li muxatabekî digerim. Wê demê dojehek bû. Wekî ku Mazlûm Dogan digot “Berxwedan Jiyan e” me li ber xwe dida lê îro ev pêvajo berhema wê berxwedanê ye û dê ev ji bo kurdan veguhere buhiştê. Paradîgmaya ku Serok pêşxistiye ji bo hemû gelan nexşeya azadiyê ye. Konjoktura niha derfeta dide me pêwiste em bi xwe bawerbin û destê Serok xurt bikin.”