Salên berê dema ku ji cejnan re çend roj diman gel dadiketin sûkan û danûstandina xwe ya cejnê dikir. Lê ji sala 2017an û vir be êdî gel bi hêsanî nikare danûstendinên cejnê bike. Bi yatbetî jî çina karker û xizan. Ji ber ku qeyrana aborî her roj diçe kûr dibe, gel nikare mîna berê danûstandina ji bo cejnê bike. Cejna Remezanê hat lê dikan vala ne û gel nikare şekirê cejnê û pêdiviyên ji bo cejnê bikirin. Welatî dikan bi dikan digerin ku ji bo tiştên erzan bibînin lê cihekî erzan nemaye, lewma nikarin li gorî pêdiviyên xwe danûstandinê bikin. Qeyrana aborî berîka gel vala kiriye. Dikandar û welatiyên Amedê ji ber rewşa aborî bi gilî û gazin in. Ajansa Welat li Amedê rewşa denûstendina Cejnam Remezanê û sedema bihuhabûnê ji dikandar û welatiyan pirsiye.
Dikandarê bi navê Şener Çakircali diyar kir ku wekî berê kes nikare şekirên eydê bikire û wiha axivî: “Krîza aborî heye. Bi gel re pere tune ye û her tişt jî biha ye. Em jî wekî berê nikarin tiştan bifiroşin. Mişterî di cejnên berê de beriya cejnê bi çend rojan dihatin û danûstandina xwe dikir û bi kîlo kîlo tiştan dikirîn. Lê niha cejn hat dikan vala ye. Kirêya me bi qasî qezenca me ye, ev tişt jî bandora xwe li tiştan dike û her tişt biha dibe.”
‘Bila çavên dayikan li rê nemîne…’
Welatiya bi navê Seyran got ku divê êdî herikandina xwînê bê rawestandin û wiha axivî: “Ez çûm goristanê û min duayê xwe li cangoriyan kir. Em dixwazin êdî cejn xweş derbas bibin, çavên dayikan li rê nemîne… Cejn hat lê dilê me ne rehet e. Ez dixwazim ev cejn bibe wesîla azadiyê, xwişk û biratiyê. Bila êdî xwîna xortan nerije.”
‘Ev cejn bila bibe wesîla azadiyê’
Selîm Şahîn jî bi bîrxist ku krîza aborî bandora xwe li ser her tiştî dike û wiha got: “Êdî cejn ne wekî cejnên berê ne. Gel nikare danûstandina xwe bike. Karê me tune ye ji ber ku bi gel re pere tune ye. Berê gel bi kîlo kîlo tiştan dikirî lê niha nikare bikire. Krîza aborî çiqas zêde dibe gel jî danûstandina xwe kêm dike. Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîla azadiyê.”
‘Gel di jiyana xwe de her tiştî kêm kiriye’
Dikandarê navê Abdullah Gûnce jî diyar kir ku hewcedariya xelkê pirr e û lê xelk nikare tiştên cejnê bikire û wiha axivî: “Îsal danûstandin gelek kêm e ji ber ku her tişt gelek biha bûye. Gel bi mecbûrî tê danûstandin dike lê tiştên erzan û hindik dikire. Berê xelk dihat nêzî deh pazdeh kîlo şekirê cejnê dikirî lê niha kîloyek dikire. Jiyan gelek biha bûye û ji ber vê yekê bi gel re pere tune ye. Gel ji xwarin û vexwarina xwe her tiştî kêm kiriye.”
‘Êdî rewşa gel bila baş bibe’
Welatiyên bi navê Veysî Yildiz jî bi bîrxist ku azadî hebe danûstandin jî erzan dibe û wiha got: “Her tişt biha dibe, ev tişt jî bandorê li jiyan û debara gel dike. Kîloya goşt û şekirê cejnê gelek biha ye. Ez hêvî dikim ku ev cejna îsal bibe wesîla hizûrê. Rewşa gel êdî bila baş bibe. Berê me bi 500 lîreyî gelek tişt dikirî lê niha em kîloyêk şekir dikirin.”
‘Êdî bila cejnên me xweş derbas bibin’
Welatiyên bi navê Mehmed Emîn Aykaç jî da zanîn ku tu kes gel nafikire û wiha got: “Her tişt gelek biha ye, şekirê eydê gelek biha ne. Berê me dikaribû şêranî ji xwe re bikiriya lê ev çend sal e em tenê şekiran dikirin. 3 zarokên min henê, dixwazin ji xwe re cilên eydê bikirin lê her tişt gelek biha ye. Ez dixwazim êdî cejnên me xweş derbas bibin.”