22 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Şehîdên Helebê hatin bîranîn

Li bajarê Lahr ê Almanyayê şehîdên Helebê hatin bîranîn û anîn ziman ku wê heta dawî parastina Rojava were kirin.

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê ji bo şehîdên Helebê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kurdên li Lahr û derdora wê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî di şexsê şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ji bo tevahî şehîdan bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lahrê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de komkujiyên li dijî gelê kurd ên li Helebê hatin protestokirin û hemû şehîd bi rêzdarî hatin bibîranîn.

Di axaftinan de îşaret bi piştevaniya bi gelê Rojava û hêzên berxwedanê re hate kirin û wiha hate gotin, “Em ê her tişta ku ji destê me tê bikin. Em bi saya Rêbertî îro bi rehetî dikarin bêjin ku em kurd in.”

Axaftvanên din jî bal kişandin ser rola dîrokî ya şehîdan ji bo gelê kurd û wiha hate gotin, “Şehîd rûmeta me ne. Ew jiyanên nû ji bo me diafirînin. Divê em soza ku me daye şehîdan bi cih bînin.”

Di çalakiyê de Şehîd Ziyad Heleb û hemû hevrêyên wî yên têkoşînê ku bi hev re şehîd bûn, bi rêzdarî hatin bibîranîn û e peyama hate dayîn, “Em berxwedana ku ji Helebê heta Kobanê û Reqayê silav dikin.”

Piştî axaftinan pirsên beşdaran hatin bersivandin û bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.