Roja 3’ê çileyê di nava bi deh hezaran kurdên Ewropayê de, dirûşmên “Ey şehîd, xwîna te li erdê namîne” li erd û ezmanan belav dibin. Di nava xelk û alemê re derbas dibim, beyî ku bizanim ku şehîdek im. Serê min hê li kevirê gorê neketiye.
“Şehîd namirin ! Şehid namirin ! Şehîd namirin !”
Sê tabûtên ku bi alaya rengîn ve hatine pêçan li ser destan û di nava qêrîn û lîrandinan de ji trimbêlan dadixin û ber bi salona mezin ve tînin.
Deh sal berê, em li heman salonê bûn, ji bo Sara û Rojbîn û Ronahî. Vê carê, em ji bo darbesta xwe hatine. Derbasî pişta rêza ewlekariyê bûm û li ber deriyê salonê li benda wan mam. Çend hevalan hat û silav da. Hinan ji wan bihîstibû ku ez jî yek ji wan im. Lê ez ne li hişê xwe bûm. Li benda meytê xwe bûm.
Gava ku di ber min re bihurîn, ji bo ku destên min nelerizin, min destên xwe dan pişta xwe. Diranên min jidiyayî, çavên min li ber teqînê, keleke giriyî di qirikê de bûye gulok. Dikim di nava xwe de biteqim.
Gava ku axir dor hat ser min ku derbasî salonê bibim, hevaleke me ya ku kulîlk didan destê mêvanan ez dîtim. Herkê kulîlkek dida wan. Min got ji bo Xwedê yeka din jî bide min. Li ber tabûtan yeko yeko sekinîm û min destê xwe danî ser wan. Her kêlîkek ji bo min careke din bû ku lê hay bibim ku yê di tabûtê de ez im. Hevaleke min li pêşiya min li ser tabûta Evînê lîrand. Dengê wê di nava salonê de olan da. Mûyê cane min tev rabûn.
Ji ber germahiya bûyerê û çalakiyan, hê nû lê hay dibûm ku ez tenê bi çend deqîqeyan ji wê mirinê bêpar mabûm, min xweziya xwe bi dilê wan dianî, lewre min dixwast bibihîsim ku li ser min jî jinên kurd dilîrînin.
Min berê jî gellek rengên rûyê mirinê dîtibûn. Piştî şehîdkirina birayê min Seydo bi sal û nîvekê, dîsa meha çileyê, sala 1994, li Amedê, ji êrîşeke bombeyî sax filitîbûm. Bi çend hevalên xwe re di maleke taxa Korxatê de bûm. Hivdeh salî bûm. Bombeya ku avêtin hundir di caxên pencereyê de asê mabû û ketibû ber dîwêr, aliyê derve. Vê carê jî, ji ber rastlêhatinên dunyayê, sê çar deqîqeyan piştî êrîşê gihîştibûm ber komeleya Parîsê. Ya rast, diviya ez berî wê bi deh deqîqeyan li wira bûma; lê belê, di nîvê rêyê de, ji bo guherîna cîhê trimbêla xwe vegeriyabûm û ji hevalên xwe mabûm. An na, ez ê jî nuha bi wan re bûma. Hevala min dê li ser min bilîrandaya. Çi mirineke xweş e! Nebû para min.
Li ber her tabûtekê, lerzînek di canê min de diteqiya.
Ji zozanên Şirnexê û Mûşê û Qersê hatibûn Parîsê. Evîn û Mîr û Ebdulrehman. Belkî ew di şûna min de hatin şehîdkirin, belkî ez di şûna wan de hatim cezakirin ku sax bimînim.
Evîn, di şerrê li dijî DAIŞ’ê de li Rojavayê şerr kiribû. Fermandareke jîr û jêhatî bû. Birîndar ketibû, derbasî Başûr bûbû, li wira pirsgirêkên îdarî jiyabûn, axir ji bo tedawiya xwe hatibû Ewropayê. Min ew di civîneke sala bihurî de nas kir. Hê nû hatibû. Behsa azadiya jinan û guherîna civakî dibû. Min jî çend nirxandin li ser mijarê kiribûn û tev li nîqaşan bûbûm. Di navbereke civînê de, qey bala wê kişandibû, ji hevalan pirsa min kiribû, hat cem min û me hevdu nas kir. Xala ku herî zêde bala min kişandibû ew bû ku ji min re behsa hassasiyeta zimanê kurdî dikir. Di civînan de, eve çend sal in ku kî bi tirkî bipeyive, em bi tundî rexne dikin. Di wê civînê de jî zimanê kurdî serdest bû û kesên ku baş bi kurdî nizanîbû pêşiyê lêborîna xwe dixwast û paşê bi tirkî dipeyivîn lê hejmara kesên weha êdî di civaka me de pirr kêm bûye. Evînê zanîbû bê behsa çi dikir. Got ku ew jî li ser wê hassasiyetê ye û pişta wê helwêsta kurdîheziyê digire. Min bala xwe dabû kurdiya wê û kêfa min gellekî hatibû ku hevaleke me ya berpirsiyar weha bi kurdiyeke delal dipeyive.
Piştî wê, me çend caran hevdu li komeleyê dît. Ji ber ku mala min ne li Parîsê ye, heta ku karekî min nebûya ez kêm diçûm komeleya Parîsê. Evîn keseke weha bû ku tim bi bişirîneke dilsoz silav dida û li halê mirov dipirsî. Mirovî di çavên wê de hezkirineke kurdewar didît.
Berî wê qetlîama 23’ê kanûnê bi du rojan derdora nîvê şevê telefonî min kir.
Got “Êvarbaş mamoste”. Min got “Êvarbaş, serçavan, kerem bike”
Got “Ez Evîn”. Min got “Kîjan Evîn?”
Tinazên xwe bi min kir. Got “Weee ! Heval Seydo, te çawa ez nas nekirim? Ma ne çend caran em peyivîne jî.” Min got “tu li qisûra min nenihêre. Welleh min tu nas nekir.”
Lê belê, ergatîfa kurmanciya wê bala min kişandibû. Qerf û tinazên xwe dewam kirin.
Got “Ma qey tu dixwazî ku ez wêneyekî xwe bigirim û ji te re bişînim ji bo ku tu min nas bikî?”
Min vê carê dengê wê nas kir. Referansên nava bîr û hişê min, wêneyê wê ji xwe ber ava kir. Ez ketim ber fediyê.
Min got “weee! Ma bû çi!” Em keniyan.
Min got : Hejmara te li cem min nebû, lewma heta ku min ji dengê te nas kir.
Di nava civata kurdên Ewropayê de, ez bi hemû hevalên xwe re şêwaza malbatî bi kar tînim. Min qet ji şêwaza fermî hez nekiriye û min ji binî ve pişta xwe nedaye wî zimanê sar. Lewma, her kes dizane ku reftara min a bi hevalan re li ser wê kurmanciya malê ye. Jixwe, bi dû re ji min re hate gotin ku hevaleke jin a ku li cem wê ye dibêje “ev çi şêwaz e ku tu bi Seydo re dipeyivî?” Evîn jê re dibêje “keçê Seydoyê me ye, em her car pê re weha dipeyivin”.
Ji min re got “Karekî min ket aliyê te. Pêdiviya me bi te heye”.
Min henekê xwe kir û got “jixwe tenê ji bo kar tu telefonî min dikî. Qet tu nabêjî hema ka me bêriya te kiriye, were em xwarinekê bi hev re bixwin”
Wê jî got “waaa! Hema bila xwarinek be û ne tiştekî din”
Min got “madem weha ye, hema çi karê te be, min qebûl e. Wek ku bûye bihesibîne”
Me li hev kir ku em hevdu bibînin. Roja din ji ber ku karinên min ên din hebûn, me axir got ku roja îniyê em hevdu derdora nîvrojê bibînin.
Ez negihîştim ser Evînê. Li ser pêlikan veketibû gava ku hatim û du doktoran hewl dida ku wê şiyar bikin lê êdî dereng bû. Bi tirs, bi çongên ku ji bîr kiribûn wî laşê min hilgirin, di pêlikan re hilkişiyam, da ku bibînim bê ew e yan na. Aha wê kêlîkê min fahm kir ku ez li meytê xwe dinerim.
Heger wê jinka ku li xwaringeha Avestayê ya hember komeleyê dixebitî nehataya û bangî min nekiraya, ez ê her li wira li ber serê wê bimama. Nebû qismet.
Jinik bi tirkî diqêriya “birîndarek li hundir e”.
Wê hingê, tavilê ez zîvirîm û beziyam nava xwaringeha Avestayê. Min nizanîbû ka kî li wira ye. Hunermend Mîr Perwer bû, li erdê, li ser kêleka çepê veketî bû.
Min berê Mîr nas nedikir… min navê wî jî nebihîstibû. Ew jî nebû qismet. Lê ew êdî hevalê min ê mirinê ye. Ez li ber serê wî bûm. Min dît. Gava ku min bi kurdî jê pirsî “heval, tu baş î?” min dît ku bêhna wî fireh bû, yekî ji male li cem wî bû, zanîbû ku ne bi tenê ye. Zanîbû ku hevalekî wî li ber serê wî ye. Min fahm kir ku kêlîkên dawîn in berî ku tev li karwanê mezin bibe. Min milê wî mist da, weke ku bibêjim “ez bi te re me”, da ku destê min hîs bike. Tevzînok bi laşê min ve ketin. Li min niherî. Nikarîbû bipeyiviyaya. Hewl jî neda xwe. Tenê li min niherî. Li ser rûyê wî aramî hebû, tirs nebû, xem nebû, tenê aramî…
Bi dû re, bi rojan, min li strana wî guhdar kir, da ku wî baştir nas bikim : oy oy oy oy ez bi-mi-rimmmmm…
Min berê Mîr nas nedikir… şeref û rûmet bû para wî… Nebû para min…
Mîr Perwer tu dibêjî qey çîroka xwe distira: “canê ciwan ji me stendin, oy oy oy oy ez bimirim…”
Li ber sê tabûtan sekinîm. Yeko yeko. Min kulîlkên sor danîn ser tabûtan û xatir ji wan xwast. Ên digiriyan, ên dilîrandin, ên slogan diavêtin: “Ey şehîd, xwîna te li erdê namîne !”
Gava ku derketim derve, qeşayê, xwe weke gûzanekî li rûyê min da. Hêsirên min dicemidîn. Ez dicemidîm. Min xwe pirr lawaz û bi tenê hîs kir. Di nava wê qerebalixiyê de meytek bûm.
Min ji dûranê bala xwe da kesên ku di ber tabûtan re dibihurîn û bi girî derdiketin derve. Hemû li ser meytên min digiriyan. Serê min sê caran li kevirê gorê ket. Min fahm kir ku şehîdek im li Parîsê. (Berdewam e…)