Cenazeyên 3 şehîdên komkujiya Parîsê 3’yê çile bi merasîm û meşên girseyî wê werin şandin Başûr û bakurê Kurdistanê. KCDK-E û TJK-E jî banga beşdarbûnê li hemû kurdistaniyan û dostên wan kir.
23’yê Kanûna 2022’an li dijî Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya ya Parîsê êrîşeke çekdarî çêbû û di encamê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil şehîd bûn û 3 kes jî birîndarbûn.
Her çend tetîkkêş welatiyê Fransayê be jî gelê kurd dewleta tirk ji komkujiya Parîsê berpirsyar digire û banga eşkerekirina hêzên li pişt komkujiyê ne li dewleta Fransayê dikin.
Ji roja ku komkujî pêkhatiye heya niha kurd li Fransa’yê di çalakiya nobedê ya edaletê de ne û navenda çanda Kurd a Ahmet Kaya vala nakin.
Li gorî agahiyên rêxistina kurdên Ewropayê wê cenazeyê Evîn Goyî ji bo başûrê Kurdistanê ango Mexmûrê were şandin. Cenazeyê hunermend Mîr Perwer ber bi bajarê Mûş’ê yê bakurê Kurdistanê û yê welatparêzê kurd Abdurehman Kizil jî berbi Qersê ve were oxirkirin.