Jiyana biyolojîk a hemû kesan bi sînor e. Kar û xebatên ku kesekî di temamê emrê xwe bikin jî bi sînor e. Lê tecrûbe, fikr û raman ne bi vî awayî ne. Ew nifş bi nifş tên veguhestin. Civak tişta ku di xêra wê de ye ji xwe re digre. Car bi car yên tercihên wê şaş in û ev dibe wêranbûn û xerabmaliyê jî. Dîrok heta dev bi mînakên vê tijî ne . Emrê civakan jî, heye. Lê ev emr bi guherîn û veguherînê dikare bê dirêjkirin. Yan na sabitman xerabûn e. Em li civaka Kurd binêrin. Di nava herka dîrokê de ji bi hezarê salan bûye kakilê civakbûn û şaristaniyê lê heta do pêra hanê jî rewşa wê ji koletiyê jî xerabtir bû.
Lê îro roj em behsa civaka Kurd dikin ku dinya bi hejmekarî lê temaşe dike. Dixwaze li kêleka wê be. Dixwaze ji kerameta wê sûdê bigre. Ev çawa çêdibe, hîkmeta xwe çi ye?
Hîkmet di rojbûnê de ye. Di bûn, hebûn û çêbûnê de ye. Hîkmet di derketina Rêber Apo de ye.
Di nav tariya sedsalên bêdengî de, rojbûna Rêber Apo bû şefeqek. Ne tenê rojek ji rojên salê, lê rojek ji bo dîrokê. Ew rojbûn weke tîrêjek ku li ser qada şer û ramanên Kurdistanê hilbûbe, şewq dide, ronî dike. Rêber Apo ne tenê jidayikbûnek bû, lê bû destpêka guherîneke mezin. Kesayetek ku qada siyasî û felsefî ya Rojavaya Navîn serûbin kir, ya rastit li cewhera wê vegerand. Di dîroka nêz a mirovahiyê de kesî wisa nekiribû. Xisleteke xemxwirên civak û jiyanê, xisleteke derbasbûna ji xwe û bi civakê re bûyeneke nû ye ev. Ev rojbûn ji bo civaka Kurdî, ji bo civakên li vî erdî hebûn e, meşa ber bi çêbûnê ve ye.
Hîkmet çi ye? Li erdekî ku hemû çareserî bi devê şêrê û devê tifingê hatiye ferzkirin, Rêber Apo çi nîşan da. Rêber Apo nîşan da ku şer, bi tenê çek û barûdê nabe. Şerê wî yê herî mezin, li dijî ramanên kevn bû. Wî got ku “azadî bi tenê ji derve nayê, divê ji hundir were.” Îşaret bi rûxistiniyê dikin. Di 26 salên li Îmraliyê jî wî felsefeya xwe wek çek bikar anî. Her peyv, wek tîrêjek bû ku di ser dîwarên Îmraliyê re bilind dibû û xwe digihand milyon dil û mêjiyan.
Jiyan ji Rêber Apo re bû têkoşîn û têkoşîn jî bû jiyan. Wî nîşan da ku berxwedan, ne tenê li bi dest û lingan e, lê li ser ramanan jî. Wî got: “Em ê bi zimanê xwe, bi dîroka xwe, bi felsefeya xwe xwe biparêzin.” Ev bû bingeha şoreşeke nû ya siyasî û civakî.
Rêber Apo jin wek dilê têkoşînê dît. Ne wek kesên “têkçûyî”, lê wek hêza guhertinê. Wî nîşan da ku azadiya jinê, azadiya gel e. Ev raman, bû sîstema ramanî ya wî ya herî bandor, ku tenê li Kurdistanê ne, li cîhanê jî deng veda. Ji ber wê jî rojbûna Rêber Apo, bû mîladêk. Ne mîladê dînî, lê mîladê netewî. Wî bû yekem kes ku bi awayekî felsefî û pratîk, nîşan da ku kurd dikarin ne tenê “bimînin”, lê “bibin”. Bi wî re, kurd bûn xwedî raman, xwedî rê û xwedî biryar.
Rojbûna Rêber Apo ne bîranînek e, lê pêvajoyek e. Pêvajoya ku di her rojê de weke agirê Newrozê dişewitîne tarîtiyê, mizgîniya ronahiyê û biharê dide. Wek tavê ku roj bi roj dihele, lê qet venamire. Ji ber wê jî em Kurd baş pê dizanin ku Rêber Apo ne kesek e, ramanek e. Ne tenê mij û dûxaneke ew şewateke mezin e di dilan de vêketî, di mêjî de şewq dayî. Rojbûna wî rojbûna civaka Kurd e.