21 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sedsala borî ya tê te bû, ev sedsal wê bibe ya me!

Tirk tevî ku sed sal in dewlet in, dixwazin hîn jî erdên kurdan dagir bikin û dewleta xwe mezintir û xurtir bikin, ev ji wan re maf e, lê kurd gava doza mafên xwe yên bingehîn bikin, bixwazin, xweser, otonom, federe, konfedere bibin, ev dibe sûcekî herî mezin, ku yekser werin girtin, kuştin û sirgonkirin.

Dewleta tirk li hember kurdan ne tenê şerê leşkerî, şerê civakî, dîplomatîk û siyasî dimeşîne, ew şerekî mezin ê derûnî jî bi rê ve dibe. Tişta dewletê bi şerê çekdarî bi dest nexistiye, niha dixwaze bi riya şerê derûnî bi dest bixe. Dewleta tirk tevî rayedarên xwe û çapemeniya alîgir dest bi kampanyake mexdûrkirina xwe kiriye. Gava tu li rayedarên dewleta tirk û çapemeniya alîgir guhdarî bikî, tê bibêjî “Waweylê kurdan çi bi serê van tirkan de anîne, kurd çi ji vê dewleta reben û perîşan dixwazin?“

Li gor rayedarên dewleta tirk û çapemeniya wan aliyê kurdan, PKK, YPG, DEM tev dest dane hev û xwe kirine bend, li pêşiya mezinbûna Tirkiyê bûne dîwarekî wiha stûr, ku rayedarên tirk çendî hewl didin nikarin vî dîwarî derbas bikin. Ji bo wê bang li birêz Abdullah Ocalan dikin, ku di hawara wan de were, derkeve pêşiya raya giştî û bang li PKK, YPG, HPG û hêzên din ên kurdan bike û bibêje, „Hûn çi ji dewleta tirk dixwazin? Çima hûn şerê vê dewleta reben û perîşan dikin, zû dest ji çekên xwe berdin û ti şert û daxwazê jî nedin pêş!“

Dewleta tirk dixwaze kurd tev dest ji çekên xwe berdin û xwe radestî bextê vê dewleta, bêbext bikin. Dewlet wê piştre li kurdên teslîm bûne were rehmê. Dibe ku destpêkê, wan li zindanê bike mêvan, çendsalekê lêpirsînan bike, lê piştre ger kurdên di zindanê de hîn nemiribin wê hêviyeke derketina derve jî her dem hebe. Kurd divê ne ji bo xwe ji bo selameta dewleta tirk tev bigerin, ji ber ku xwîna tirkan ji ya herkesî sortir e û divê hemû kurd bê qeyd û şert xizmeta tirkan bikin, da ew jî bibin dewleteke mezin û xurt û bi hêz û dewlemend.”

Ev dewleta tirk a daxwaza teslîmbûnê ji aliyê kurd dike û bi taybetî zor dide ser birêz Abdullah Ocalan da ku bangeke çekberdanê li aliyê kurd bike, wiha şerekî derûnî daye destpêkirin, ku aliyê kurd ji xwe bikeve şik û gumanê û bibêje gelo ev sed sal in, yê li Kurdistan û Tirkiyê desthilatdar bû, ez bûm yan tirk bûn? Li Dêrsim, Koçgirî, Agirî, Zilan, Roboskî, Efrîn, Girêspî, Serêkaniyê, Zap û Metînayê yê kuştin û qir kirin, gelo ez bûm yan dewleta tirk bû? Yên her roj bi dronan zarok, jin, rojnameger û sîvîlên kurd dikuje, gelo ez im an dewleta tirk e? Yên bi sedan zindan ji kurdan dagirtiye, gelo ez im an dewleta tirk e? Yê naxwaze li ser ruyê cîhanê kurd bibin xwediyê mafê ziman, çand, nasname û jiyaneke azad gelo ez im an dewleta tirk e?

Rayedarên dewletê û çapemenî bi yek dengî bang dikin, “Bila PKK bê qeyd û şert çekan berde”, da ku dewleta tirk neyê xerakirin û li herêmê bibe dewleteke herî xurt. Li ser hemû televizyonan, li ser hemû rojnameyan, li ser zimanê hemû siyasetmedaran ev bang heye.

Çima?
Çima Kurd, PKK, HPG, YPG li hember dewleta tirk dev ji çekan berdin, xwe radestî dewleta tirk bikin û bibêjin, çîz? Ger vê yekê bikin, ev sed sal in çima ewqas mirovên kurd ji bo azadî û rizgariyê can dan? Hişê te li serê te ye?

Bersiva vê pirsê yek ji wan jî nade û naxwazin bidin. Lê tenê dixwazin aliyê kurd xwe radestî bextê wan î qet nebûye bike.

Îro dewleta tirk li derdora Minbicê, li ser bendava Tişrînê bi dron û balefirên xwe gelê herêmê dikuje, ew jê re maf e, ji ber ku ew tirk e.
Dewleta tirk bi pereyên ji nefta kurdan bi dest dixe mûçeyê çeteyên OSO dide û wan li hember gelê kurd bi kar tîne û êrîşê dibe ser axa bav û kalên wan û dixwaze wan li ser axa wan qir bike, ew jê re maf e, ji ber ku ew tirk e.
Rewş li Sûriyê hinekî hatiye guhertin, kurd hatine ber devê deriyê çareseriyekê, ku kêliyekê hilmeke azad bistînin, dewleta tirk bi dîplomasiya xwe ya li giştiya cîhanê, dixwaze kurd nebin xwediyê ti mafî, ew jê re maf e, ji ber ew tirk e.

Kurd dixwazin hevalbendiya xwe li Amerîka, Ewropa, Îsraîl û li herêmê bi gelên herêmê re û bi kurdan bi xwe re çêke, tirk li pêşiya vê dibin asteng û bend ev yek jê re maf e ji ber ku ew tirk e.
Bi kinayî ji dewleta tirk re her tişt rewa ye, her tişt helal e, her tişt maf e, lê ji kurdan re tiştekî rewa, helal û maf tine ye.
Tirk dikarin bi Amerîka re ev sed sal in têkiliyan deynin, ev jê re maf e, lê gava kurd bixwazin bi Amerîka re têkiliyê deynin, ev dibe kêmasî.
Tirk dikarin bi Îsraîlê re bazirganiya bi milyon dolaran bikin, lê gava kurd silavê bidin Îsraîlê ev dibe kêmasî.
Tirk ji bo bikevin yekîtiya ewropa xwe pêşkêşî wan dikin, ev ji wan re maf e, lê gava kurd li ewropayê civînekê li dar bixin ev dibe sûc û kêmasî.
Tirk tevî ku sed sal in dewlet in, dixwazin hîn jî erdên kurdan dagir bikin û dewleta xwe mezintir û xurtir bikin, ev ji wan re maf e, lê kurd gava doza mafên xwe yên bingehîn bikin, bixwazin, xweser, otonom, federe, konfedere bibin yan dewleta xwe ava bikin, ev dibe sûcekî herî mezin, ku yekser werin girtin, kuştin û sirgonkirin.

Tişta balkêş jî dewleta tirk vê rewşa kambax bi riya siyasetmedar, çapemenî û derfetên dewletbûnê wiha pêşkêş dike, ku li hember kurdan ê mexdûr ew e, ê tê kuştin ew e, ê tê malwêrankirin ew e, û kurd divê dev ji çekan berdin, divê li dewleta tirk werin rehmê, divê dev ji hemû mafên xwe berdin û tenê li selameta dewleta tirk bigerin û bikevin bin xizmeta wê.
Lê hişê kurdan hinekî hatiye serê wan û ji çîroka alem dikin, kulem dikin, kurd mamed dişînin nobetê ders derxistine. Ji bo wê jî li holê ne kurdekî dev ji çekên xwe berde maye û ne jî kurdekî bi dek û dolabên tirkan bixape heye. Kurd êdî şiyar, zindî û zelal in. Ger dewleta tirk dixwaze bigihêje selameta xwe, divê ew dev ji çekan berde, divê ew dev ji êrîşkirina ser kurdan berde, divê ew dev ji tinekirina kurdan berde, divê ew dev ji qedexekirina ziman, çand, dîrok, nasname û hebûna kurdan berde.
Divê dewleta tirk destpêkê li hember mafên bingehîn ên kurdan rêzdar be, piştre ji kurdan daxwaza aştî û aramiyê bike. Tu ji kurdan dixwazî dev ji çekên xwe berdin, tu çima çekên xwe ranawestînî? Ger kleşeke kurdan hebe, ê te tanq û topên te hene. Çima tu bi xwe şer ranawestînî, çima tu ji kurdan rawestandina têkoşînê dixwazî? Çima tu nabêjî ev sed sal in ez kurdan mexdûr dikim, çima tu edebiyata mexdûriyetê dikî? Çima serokomarê te dernakeve ser kursiyê meclîsê û nabêje, „Bes e, em kurdan qir dikin û mafên wan dixwin, êdî emê li hember kurdan çekan bi kar neyînin!“ , çima tu li ber birêz Abdullah Ocalan digerî ku were meclîsê û ji kurdan devjêberdana çekan bixwaze?
Hişê xwe bîne serê xwe! Sedsala borî ya te bû, ev sedsal jî wê bibe ya me.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê