21 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sedema neaxaftina kurdî bêxemî ye

Hewceye ku saziyên ziman jî, ji vir şûn de zêdetir û xurttir rol bilîzin. Ji bo ku zimanê kurdî bibê xwedî statu û bibe fermî hewldanê xwe xurttir bikin. Divê ku saziyên ziman di daxwaza mafê xwe yê zimanê zikmakî de israr bikin.

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji sala 2006an vir ve wekî Roja Zimanê Kurdî li her devera ku kurd lê dijîn tê pîrozkirin. 15ê Gulanê destpêka weşana Kovara Hewarê ye, ev kovar di dîroka Kurdistanê de gelekî bi nirx û taybet e. Kovara Hewarê kovara yekemîn a ku bi tîpên latînî hatiye çapkirin e û niha nivîsandina zimanê kurdî jî bi vê alfabeyê tê nivîsandin û dibe sedema pêşveçûna zimanê kurdî.

15ê Gulanê weke ku tê zanîn roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Cejna Zimanê Kurdî li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li pirî deverên cîhanê yên ku kurd lê dijîn tê pîrozkirin. Herwiha li gelek deveran girîngî û wateya zimanê kurdî gihîştiye asteke baş. Lê dîsa li dijî kurdî qedexe didomin, li gorî qedexeyên ku tên kirin jî li gelek deveran çalakî têne lidarxistin. Dîsa jî sazî dezgehên sivîl li dijî pergala inkârker hewldanên wan hene. Lê hewceye ku hê zêdetir her qadên ku bi kurdî re eleqedar dibin hewl bidin û li ser bisekinin. Jixwe heta roja me ya îro dewletê bi her awayî zextên xwe li ser çand û zimanê kurdî daye meşandin, lê mixabin civak jî bi qasî zextên dewletê xwe radestî bişaftina heyî kirî ye.

Zimanê herî kevnar û qedîm e

Wekî tê zanîn zimanê kurdî li her qada jiyanê û her roj rastî êrîşên bişaftinê tê. Zimanê kurdî di cîhanê de ji yek zimanê herî kevnar û qedîm e. Lê mixabin di roja me ya îro de ji ber ku statuya kurdan tune ye zimanê kurdî nebûye fermî, li dibistanan nebûye mufredat û zarokên kurdan pê ders nedîtine. Lê dîsa jî heta çend sal berê di gelek qadên jiyanê de dihat axaftin lê îro rewşa ku em têde ne, li herî cihên ku kurd û kesên di xizmeta kurdî de ne bi zimanê xwe yê zikmakî naaxivin. Sazî û dezgehên ku di xizmeta kurdî de ne jî di nava xwe de bi zimanê tirkî diaxivin.

Sedema neaxaftinê bêxemiye

Ziman tê wateya hebûna kurdan. Em 15ê Gulanê bi vê hijmendiyê pîroz dikin û xwedî li roja xwe derdikevin. Rojên bi vî awayî yên dîrokî ji bo me bîrekê dide avakirin. Wekî tê zanîn mixabin her roja diçe zimanê kurdî ji holê tê rakirin û winda dibe. Sedema vêya  ya sereke jî bişaftin e. Pergala heyî dixwaze bi rêya dibistan, TV, telefon û amûrên cuda bi polîtîkayê şerên taybet ziman ji holê bide rakirin. Di vir de bêxemiya civaka kurd jî heye. Êdî hatiye asteke wisa herkes di malên xwe de jî ji bi zarokên xwe re kurdi naaxivin.

Bandora polîtîkayên bişaftinê

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di cihên fermî de yên weke dibistan, balefirgeh, otogar, nexweşxane û hwd. bi gelek zimanî anons tên kirin lê mixabin ev tişt bi kurdî tune ye. Ji ber ku li Tirkiye yê zimanê kurdî wek zimanê fermî nayê dîtin û di saziyên dewletê de jî nayê qebûlkirin. Ev jî dibe sedem ku edî herkes bi zarokên xwe re bi zimanê tirkî diaxive û bandora polîtîkayên bişaftinê li ser cavaka kurd zêde dike. Êdî li vir piştî polîtîkayên bişaftinê tiştek din derdikeve pêşberî me ew jî bişaftina navxweyî ye. Êdî em di mal, kuçe, kolan, taxan, kargeh û sûkan de bi daxwaza xwe zimanê desthilatdaran diaxivin, em xwe bi xwe dikin amûrê bişaftinê. Dewleta Tirk çi ji destê wê tê ji bo kurdî tune bike her tiştî dike, em jî bi destê xwe zimanê xwe tune dikin.

Divê siyasetmedarên kurd li her derî bi kurdî biaxivin

Hewceye ku saziyên ziman jî, ji vir şûn de zêdetir û xurttir rol bilîzin. Ji bo ku zimanê kurdî bibê xwedî statu û bibe fermî hewldanê xwe xurttir bikin. Divê ku saziyên ziman di daxwaza mafê xwe yê zimanê zikmakî de israr bikin. Di vir de jî hewceye ku siyasetmedarên kurd di nava civakê de bi zimanê xwe biaxivin. Yên ku bi zimanê xwe nizanibin dê zêde nikaribin doza mafê kurdî jî bikin. Kesên ku siyaseta kurd bikin hewceye di saziyên ziman de perwerdê bibînin û li wir belgeyên serketinê bigirin, paşê dest bi siyasetê bikin. Siyasetmedarên ku kurmancî jî dizanin hewceye di hemû qadên jiyanê de û platformên siyasetê de bi zimanê xwe biaxivin û ji bo gel bibin mînak.