Mijara me ya vê hefteyê kîn û dijminahiya li hemberî Amedsporê ye. Bi taybetî jî çima li Bursayê ewqasî dijminahiyeke faşîzane li dijî Amed Sporê tê kirin.
Bi rastî sedema sereke navê wê ye û gelek bajarên ku asta netewperestiyê digihê asta faşîzmê jî bi qasî Bursayê dijminahiya Amed Sporê nakin gelo çima?
Piştî lêkolîneke berfireh û şêwir û mişêwreke giran hevalê Lezgîn behsa çîrokeke balkêş kir û ihtîmaleke mezin heye ku sedema wê dijminahiyê ev çîrok bi xwe be.
Ez zêde serê we ne êşînim û em bi hevre guh bidin vê çîroka hevalê Lezgîn. Tu nabêjî çîroka vê dijminahiyê ji gundê Kabê yê Amedê dest pê dike.
Niha hunê bêjin de ka tir li ku û das li ku? Bêhna xwe fireh bikin û paşê hun biryar bidin gelo sedem ev e yan na.
Çîroka hevalê Lezgîn wiha didome, Gundê Kabê yê navçeya Sûrê ya Amedê beriya fermana li dijî Ermeniyan gundekî Ermeniyan bû. Piştî fermanê xelkê wî gundî jî wekî gelek gundên din ên Ermeniyan koçber bû û gund vala bû.
Piştî ku gund vala bû dewletê hin mihacir anîn li wir bicih kirin û hemû mal û zeviyên gund li wan mihaciran belavkirin. Van mihaciran çavsorî li gundiyan û gundên derdorê dikirin.
Di wî gundî de tenê pîrejineke Ermenî mabû, xaltîka Meyro. Xaltîka Meyro her roj diçû li ser kevirekî nêzî Kaniya Ermeniyan rûdinişt û ji ber zilm û zordariya ku li gelê Ermenî hatiye kirin nifir li dewleta tirk û van mihaciran dikir.
Mihaciran her ku xaltîka Meyro didîtin tenê pirsek jê dikirin û digotin: Ka ew ermeniyê we zêrên xwe li ku veşartine. Lê xaltîka Meyro digot; zêrê çi halê çi, kesên zêrên wan hene bi xwe re birine.
Maleke kurd xwedî li xaltîka Meyro derdiket û nedihiştin ku ew muhtacî tiştekî bibe. Li gorî ku tê gotin xaltîka Meyro di dawiya temenê xwe de beriya ku bimire ji wê malbata xizan a kurd re gotiye zêrê me di bin wî kevirê ku her roj diçûm li ser rûdiniştim de ne. Biçin wan zêran ji xwe re derxînin.
Hejmara gundiyên Kurd li wî gundî kêm bû lê her ku diçû hejmara wan zêde dibû.
Xalê Temo yek ji gundiyên Kurd ê gundê Kabê bû. Carekê Xalo Temo diçe ser kaniya Ermeniyan avê vedixwe lê gundiyên mihacir êrişî Xalê Temo dikin. Xalê Temo gav paş de navêje û li hemberî wan mihaciran serî hildide û gundiyên xwe birêxistin dike.
Di encama serhildana Xalê Temo de êdî cih li wan mihaciran teng dibe û ji gund derdikevin berê xwe didin Bursayê.
Haaa haaa, ji xwe meseleya me tev ev e. Îca ew kesên li Bursayê ewqasî dijberiya tîma AmedSporê dikin tev ew mihacirin. Ew mihacirê ku ji gundê Kabê û gundên din ên Amedê çûn Bursayê serkêşiya vê çavsorî û zikreşiya li dijî Amed Sporê dikin.