8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sedat Akgok piştî 31 salan tehliye bû

Sedat Akgok, piştî 31 salan ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê tehliye bû.

Sedat Akgok ê ku li Girtîgeha Tîpa T A Beşîkduzu ya Trabzonê dihate ragirtin, tehliye bû. Akgok ê ku di sala 1994an de li Amedê ji ber sedemên siyasî hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve cezayê muebedê lê hat birîn.
Akgok ê ku di nava 31 salan de li gelek girtîgehan hat ragirtin, herî dawî sewqî Girtîgeha Beşîkduzu hat kirin. Rexmê xilaskirina cezayê 30 salan, 2 caran tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hat astengkirin. Akgok ê ku rewşa wî careke din ji aliyê lijneyê ve hat nirxandin, hat tehliyekirin.

Akgok ê ku li ber derê girtîgehê ji alilyê malbat û havalên xwe ve hat pêşwazîkirin, hat mala xwe ya Amedê. Gelek kes ji bo serdanê çûn mala Akgok.