Ragihandin, agahi girtin û pişeyên vî karî, parçeyekî gîrîng a “gorîf”a demokrasî û azadiyan e.
Min dikarîbû li şûna peyva “gorîf”, peyva “tevnê” binivîsim. Lê tevn, hemû reng û temtêlên demokrasî û azadiyan nagire nava xwe. Gorîf, hem girêka kor a Gordiyom e, hem pêçan û hunandina gerdûnê ye.
Hunermendê Frensî Marcel Duchamps, dibêje,” li her derê, bi her tiştî huner” , eger huner armanc be, weke Bertolt Brecht dibêje; “Tenê ne ji bo ragihandinê, ji bo agahî girtinê jî azadî.” Ev gotin, têne wateya, kesên ku fikir digire, xwedî wî mafî ye fikir bela jî bike. Rojnamevan jî, medya jî amurên berhevkirin-girtin û belakirinê ne. Zindî ne û li her derê ne, her tiştê dibînin pêşî fêr dibin, piştre ji bo fêrkirina civakê bela dikin. Bûyer rojane û zindî ne, rojnamevan jî amurên zindî ne û rojane agahiyan bela dikin.
Di serdema teknolojiya pêşketî û computerê de, dibêjin, “her kes rojnamevan e,”,Ev gotin ne rast e, ez jî rast nabînim. Rojnamevanî hunerek e, xwedî hêza afirgerî ye, kollektîf e, endesyariyek ku di aliyê pedagojîk û sosyolojîk de hem civakê perwerde dike, hem hêzên ku nirxên civakî ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, şiyar dike, eşkere dike. Bi gotinek kurmancî; paqijiya biharî dikin!
Di teknîka “kolaj” de jî mirov dikarin di“pop-ragihandin”ê de, ji huner û kulturê dûr haraket bikin. (Kolaj, ji parçeyan çêkirine wêneyan e.) Her kesên ku di “pop-ragihandinê de agahiyan didin; Yek; ev mirov teknîka nûçeyan nizanin. Dudu; rol û misyona amurên ragihandinê nasnakin, dem û mekan, yan jî pirsên ku çarçoveya nûçeyan amade dikin de nizanin. Sisê: dîroka nûçeyên nizanin, ne xwedî arşîv in. Çar: kollektîf kar nakin. Pênc: ji berpirsiyarî û etîkên rojnamevaniyê dûr in.
Rojnamevanî, têgihiştinek, hişmendiyek di aliyê felsefî, dîrokî, cografî, hunerî, ferhengî, ziman û çandê de ye. Rojnamevan jî mecbur e weke cengawerê demokrasî û mafan kar bike. Pîvanên entellektueliya rojnamevan jî ev herdu xislet in. Mînak: Di sosyolojiya cihanê de, herî zêde Marx bandor li fikir û felsefeya civakan kir. Lê pirsgirêkên civakan çareser nebûn. Şerê çînayetî û pêşketina teknoljiya ku bûye dojeha ekelojîk cîhan kiriye gorîfa pirsgirêkan. Ev gorîf jî weke girêka Gordium e.
Îro, di sedsala 21ê de, em dibînin ku pêdiviya fikir û felsefayek nû heye û divê ev fikir û felsefe dikaribe pirsgirêkên civakan çareser bikin û dikaribe girêka Gordium veke.
Ev fikir û felsefeya nû jî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan e. Ji pirgirêka sînorên netewe-dewletan heta bi pirsgirêkên çîneyetî û ekolojîk, riyên çareseriyê di fikir û felsfeya Ocalan de hene. Lê ev fikir û felsefe, yan jî afirger û mêjiyê vê fikir û felsfeyê dibin tecrîdek giran de tê girtin. Yanî tecrîd, ne tenê li Tirkiyê, ji bo hemû cîhanê pirsgirêk e û li benda çareseriyê ye.
Ya balkêş ew e ku medya cîhanê qet bala xwe nade vê pirsgirêka cîhanî. Ji xwe li Tirkiyê medya “deragulasyon” hene, hêviyan nade, tenê medya azad a Kurd û rojnamevanên Kurd dimînin. Medya deragulasyon, bûyerên rojane ku kuçik li kolanan mirovan digirin, bi awayekî drametîze û bi dewlemendiyek ferhengî didin. Lê û balkêş e ku dema mirov li kolanan kuçikan digirin, nadin. Ev medya bazirgan e û diyalektîka serdemê li çarmixê didin. Ji fantaziyên civakî dûr in, fikir û felsefeyên ku civakan, mirovaniyê û eleqedar dikin ne xema wan e.
Eger rojnamvan, di aliyê zanista sosyolojîk-civakî de, di çarçoveya dîrokî de nekê bin lêpirsînê, gelê wê çawa dikaribe bibe hêza perwedeya civakan? Pirs jî ev e; kî demokrasî û mafan naxwaze? Kî ji mirovên ku ji bo demokasî û mafan kar dike aciz e? Referansên rojnamevaniyê ev in.
Ez hinek ji rojnamevanên Tirk yên xwedî etîk tenzîh dikim û dibêjim: Mixabin, di medya Tirk de, bersiva van pirsan di sîstema “alaturka” de ye. Alaturka, kevirê bingehîn yê ocaxa dewşîrmeyan e. Senteza “maqbul û rast” ya naskirina vê çandê jî, arabesk e!.. Bi gotina Tirkî,” allame”yên filme-rêzên Tirkiyê û axaftinên serokkomarê epîlepsîk in. Newî putperestî ye!..
Vêce; rojnamevanên Kurd û Medya Azad, bûne pêxember Ibrahîm, ku wan putan parçe dikin. Li hemberî cenabê Îbrahîm jî Nemrud hene. Ev Nemrud ne yek e; sîstema siyasî ye, burokrasî ye, dadgeh û hwd. in û di kesayeta rojnamevanên Kurd de, “popûlarîte û nirxê demokrasî û mafan”, li erdê yeksan dikin.
Çend roj berê bû, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, piştî civîna ewlekariyê, (20 Gulanê) axivî û hemû ekranên televizyonên Tirkiyê axaftina wî dan. Weke di formekê “sakit” de biaxive; “ser girtî behsa şerîatê û tarîkatan kir, behsa zevacê û anîna 3 zarokan kir, vekirî gef li Kurdan xwar, di çarçoveya seksuelî de, pêşbaziya eurovîsionê rexne kir û xwe kir mihewera lîderên cihanê. Medya, niviskar û rojnamevanên ku sîstema nemrudî destek dikin, bi awayekî manîdar nirxandinên Erdogan weke “îdealên modern” derxistin pêş. Dema ku ev nirxandin kirin jî, îdeoljiya fermî û “mulkiyet”a çeprast a medya “tîpîsî” jîbîrnekirin. Tîpîsî, qalibê qesra Serokkomar e.
Ya rast, divê bi awayekî berfireh û piralî de, (sosyolojîk û dîrokî û ruhî de) “qesra serokomartî” werê lêkolînkirin
Çima vê dibêjim; Erdogan, ji Kurdan fêr bû, qesra yekparêz, ku bûye dezgehê çêkirina putan û di rengê qijleya eskerî de kar dike, weke “mala gel” bi nav kir. Lê armanca çêkirina wê qesrê, hem di aliyê dîrokî de, hem di aliyê olî û civakî de, pirr cûda ye. Divê ne weke mala gel, weke “navenda ummet” bê binavkirin. Wateya mala gel û navenda ummet ji hev cûda ne. Yek temsiliya gel dike, yek jî şahinşahî û pederşahiya xelifetiyê temsîl dike.
Ya balkêş ew e ku, paşayên Îttîhat û Terakî bûne bavê Hitler, lê Erdogan û sîstema ku avakiriye, hem karsaziya amurên şer, ÎHA, balafir, helikopterên şer û her cûre teknolojiyê ji Ewropa dikire, bi fikir û hişmendiya “Kovargeriya li Cagaloglu” her tiştî dike malê karsaziya nêzîkî xwe. Vê siyaseta dirû dojehek ava kiriye.
Cagaloglu jî, yanî Bab-i Alî yek kolan e, lê hemû çand-kultur-toreyên gelên li Tirkiyê û Kurdistanê kom dikirin û bi riya kovarên wêjeyî ku weke aşê hertinê kar dikirin, dikirin malê turkî.
Ev kiryarên ku sed sal in li Komara (!)Tirkiyê çêdibin, nefes li civakan çikandiye. Ne tenê Gelê Kurd, tevahiya civakên li Tirkiyê bê oksîjen hiştine. Yanî siyaseta tecrîdê tê meşandin, îro jî di kesayeta Ocalan de li ser civaka Kurd û tevahiya civakên Tikriyê tê meşandin. Dema ku rojnamevanên medya azad, nûçeyên derbarê tecrîdê de çêdikin têne gitin. Binêrin, reform û şoreşên ku dikine malê Mustafa Kemal, nirxên dîrokî yên Şoreşa Frensa (mefên mirovan jî dinav de) fetisandine. Îro jî, sîstema Erdogan, dixwaze nirxên Şoreşa Rojava tune bike. Ev hişmendî encama “ocaxa dewşîrme” ye.
Ocaxa dewşirme aşê hertinê bû. Bab-i Alî- Cagaloglu copy a wê ya biçûk bû.
Mektebê eşîran jî, parçeyek ji vê ocaxê bû.
Vêca; em gotina John Keane ku dibêje; “azadiya çapemeniyê, ji aliyê Xwedayê mezin ve hatiye bexişandin û mafekî xwezayî ku nayê guhertin e” bibîrbînin û dewam bikin. Bi Tevgera Azadiya Kurd re, medya azad derkete holê; rojnamevanên Kurd jî îspat kirin ku, medya azad, ji bo kesan û civakan “qoz” û “çek”a herî mezin yê li hemberî desthilatdariyên despot e. Her desthilatdariya ku peymana mafên mirovan îmze kiriye û dibêje ez dewletek huquqê me, serdestiya hiquq qebûl dikim, demokrasî diparêzim, xwedî parlamento û saziyên civakî, pişeyî me, mecbur e ku mafê xwezayî yê bidestxistina agahiyan û bela kirina agahiyan qebûl bike.
Li weletekî ku her dem serî li anarşiya civakî bide, nakokiyên navbera civakan çareser neke, bêhtîr kûr bike, baweriyên cûda li dijî hev bikarbîne û piştre wan qirbike, li hundur û derve dijminan biafirîne, qetûlilleh nikare demokrasî û mafan qebûl bike û biparêze.
Em gotina “anarşî” hinekî vekin: Di her çalekiyên girseyî de, polîs hem êrîşî gel dikin, hem êrîşî rojnamevanan dikin. Di girtina hemû rojnamevanên Kurd de, sucdariya wan bi nûçeyên ku çêdikin e û bi behaneya “ endamtiya rêxsinî” dadgeh dikin.
Xwezayî ye û jiyan e; eger bûyer hebin, wê nûçe jî hebin û rojnamevan jî mecbur in wan bûyeran di çarçoveya 3 N, 3 Ç çêbikin û di ajansa, rojname, radyo û televiyona kar dikin de biweşînin. Eger rojnamevan werin astengkirin, rê li ber weşana bûyerên li kolanan, li taxan, li qereqolan, edliye, girtîgeh û fabrîqeyan bê girtin, “nexweşî heye”, “jiyanek dîlgirti” heye, astengiya bidestxistina agahiyên neteweyî û gerdunî heye. Ev jî anarşiya bi destê dewletê ye.
Her roj, mîratzedeyên ocaxa dewşirme, roj li nivrojê, li kolana kuçikan didirrin. Ev bûyer girin g e û divê weke nûçe werê dayin. Dema mirov kuçikan bidirrin anarşî heye, terora dewletê heye. Eger nûçeyên vê ratsiyê neyên çêkirin û bela kirin, tecrîd heye!
Yanî eger, bekaa welatekî di dîlgirtina civakan de, di tunekirina demokrasî û mafan de bê dîtin, li wî weletî diktatorî heye. Dîktatoriya li Tirkiyê jî, bi anarşiyek ku hîna nav lê nehatiye kirin û lêkolîneke sosyolîk li ser ne hatiye kirin de tê meşandin. Prof. Dr. Orhan Turkdogan, “Rastiya Tirtkiyê û Şîdeta Civakî” lêkolîn kiriye û weke pirtûk weşandiye, lê ji çarçoveya zaningeh û bûyerên li zanîngehan dûrneketiye. Dîse jî balê dikişîne ser sîstema Gokalpwarî û îdeolojiya Kemalîst û dibêje; bingeha vê sîstenmê tesanutî-solîdarîtê-eskerî ye! Vê jî sîstemek “avam-havas”, yanî li aliyekî gecekondu-xizanî, li aliyê din debdebeya dewlemendî avakiriye.
Ev jî dayika anarşîyê ye û ji serdema “rakirina qazan”a yenîçeriyan tê û ruhê humanîzme jî dikuje!..
Yanî eger, fikirê ku bêjin, tenê esker welat û gel diparêze, hem zaningeh têne korkirin, hem medya tê çepel kirjn, hem nexweşxanê têne kaduk kirin, hem karsaz û karbidest û hemû saziyên civakî têne redkirin, têne rezîl û rûswa kirin.
Cîhana moden jî kîlîda sansurê ne şikandiye, Lê Komara (!) Tirkiyê, li hemberî medya Kurd, ne tenê sansur, dînamît û bombeyan bikartînin, kuştina rojnamevan dikine piratîkê. Eger Xwedayê mezin aqil dabe mirovan û hemû pirtûkên pîroz ev rastî pejirandibûn, gelo li Tirkiyê kîjan bawerî heye? Gelo ev dana Xwedê, çime tenê ji bo civaka Tirk, ji bo civaka Tifaqa Cumhur tê dîtin? (Me berê gotibû dewşîrmeyan, oleke turkî avakirine) Ji bo başî û rastî werê fêhm kirin, yek rê heye, ev jî zanebûn e. Riya têghiştin, fêhmkirin û zanebûnê medya ye, bûyerên di medya de cih digirin e û binyata dîrokî ya wan nûçeyan e. Karê ku rojnamevan dikin jî ev e!… Ji bo vê medya, êdî weke heza yekemîn ya dewletan tê dîtin.
Li Tirkiyê siyaseta yeperestî bi du rengen tê meşandin. Yek, sîstema dewşirmetiya ku qurbanên bi şerbeta tureşkan ya behiştê têne xapadin e, du, koletiya di rengê Fîravunên Misrê de ye. Navê vê sîstemê jî “Ocaxa Dewşîrme” ye. Ev sîstem despotîzm e û tixuban nasnake, hem komar-cemawerî kuştiyê, hem nehiştiye ku demokrasî werê Tirkiyê. Ocaxa dewşirme, sed sal in kontrola gel qebûl nekiriye, hişmendiya wejeyî, hişmendiya entelektuelî, fikrê azad, ragihandina azad, pirr dengî û pirrr engî qebûl nekiriye.
Tempoya Tevgera Azadiyê, civaka Kurd, siyaseta Kurd, bi taybetî tempoya çapemeniya azad û rojnmaveniya azad, bermayiyên ocaxa dewşirme kirine nava tirseke mezin. Têkoşîna medya azad, siyaseta Kurd, tovê demokrasî, civaka demokratîk, hişmendiya azadîyê reşandiye. Rojnamevanên Kurd jî, mîzac-karakterê fanatîk û ruhê di “ezî de pîkolê dike eşkere kirine. Tirkiyê, êdî nema dikare civakan di vizyoneke ûtopîk de bigire û şikfetekê bigire.Derewê wan, demagojiyên wan bi saya, medya azad û rojnamevanên di riya rastiyê de lêgerînan dikin eşkere dibin. Tirkiyê, di serdemeke dîrokî re derbas dibe. Ev serdema dîrokî, ji bo paşrojên komarê, (!) çaryan e. Divê encama şerê 50 salî deyne ser masê, bi formul û zimanê xwezayî û matametîkî dibin çavan re derbas bike. Divê bibîne ku ocaxa dewşirme û bermayiyên wê, nema dikarin Kurdistanê bikin sifra guran; nema dikarin Kurdên ku di şerê 50 salî de, di siyaseta 30 salî de, di dibistana medya kurd de perwerde bûne dîl bigire.