11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sebahat Tuncel: Pêvajo ne tenê bêdenkirina çekan e

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo afirandina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji bo şer, kaos û pevçûnên li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek dîrokî ye û wiha got: “Divê mirov vê pêvajoyê tenê wekî bêbandorkirina çekan nehesibîne. Bêgûman ev aliyekî girîng e, lê ya ku bi rastî girîng ev e; “Em ê çawa jiyaneke azad û komînal ava bikin?”

Wekî tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê sibata sala 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di heman demê de jî bang li konseya rêveber a PKKê kir ku kom bibin, kongreya xwe pêk bînin û xwe fesix bikin. Li ser vê banga Abdullah Ocalan PKKê jî di navbera 5 û 7ê Gulanê de li du cihên cuda bi awayekî hemwext kongreya xwe ya 12emîn li darxist û biryara xwefesixkirinê girt. Piştî fesixkirina PKKê û banga Abdullah Ocalan a bi dîmen di 11ê Tirmehê de bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” komeke gerîla bi pêşengiya hevseroka KCKê Besê Hozat, li herêma Şikefta Caseneyê ya bi ser Dûkana Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê ve bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Di merasîmê de hevseroka KCKê Besê Hozat û endamê komîteya PKKê Nedîm Seven di daxuyaniya ku dan de destnîşan kirin ku ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi ser bikeve û ji bo gerîla bikaribin çekên xwe deynin û beşdarî siyaseta demokratîk bibin divê dewlet bingeha qanûnî ava bike.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” di parlementoya Tirkiyeyê de, bi navê “Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwîşkûbiratî û Demokrasiyê” komisyoneke ku ji 51 parlementeran pêk tê hat avakirin. Li ser pêvajoya heyî û geşedanên siyasî siyasetmedar û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)yê Sebahat Tuncel pirsên rojnameya me bersivand.

Rêzdar Sebahat, dixwazim di serî de vê pirse bikim. Tirkiye, Rojhilata Navîn û tavahiya Cîhanê serdemeke dîrokî dijî. Weke ku tu jî dizanî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji nû ve înşakirina civaka demokratik a komînal hatiye destpêkirin. Hemû cîhan jî dizane mîmarê vê pêvajoyê Rêber Ocalan e û di navenda vê çareseriya demokratik de jî rista xwe bi zêdehî jî pêk tîne. Ev pêvajo dê bandoreke çawa li ser serdema nû hem ya civaka demokratik û hem jî ya dewletan bike?

Ev têkoşîn, pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye û navenda wê ye, wekî ku we bi xwe jî diyar kir, ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan û Tirkiyeyê, lê di heman demê de jî ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya li Rojhilata Navîn jî girîngiyek pir bi wate dihewîne. Ev pêvajo paradîgmayeke nû aşkere dike ku tê de gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dikarin li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad bi hev re bijîn.

Paradîgmaya “modernîteya demokratîk” a ku ji hêla Birêz Ocalan ve hat pêşxistin, alternatîfeke nû ye ku li dijî modernîteya kapîtalîst pêşkeş kiriye, ku hem çareserkirina pirsgirêkan û hem jî rizgarî û azadiya hemû mirovahiyê armanc dike. Di vî warî de, ev pêvajo ji bo afirandina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji bo şer, kaos û pevçûnên li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ez bawer dikim ku ev mijar dê di serdema pêş de wate û girîngiya wê baştirîn were fêmkirin û bi berfirehî were nîqaş kirin.

Divê mirov vê pêvajoyê tenê wekî bêbandorkirina çekan nehesibîne. Bêgûman ev aliyekî girîng e, lê ya ku bi rastî girîng ev e ku “Em ê çawa, bi çi zwayî jiyaneke azad û komînal ava bikin?” e. Ev di rapora polîtîk a ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreya PKKê kiribû de bi awayekî zelal diyar e. Serdema nû, digel siyaseta wateyê, nîşanên girîng li ser çawaniya avakirina pergaleke nû pêşkêş dike.

Pêşniyara enternasyonalîst a Birêz Abdullah Ocalan – bo nimûne, avakirina yekîtiyeke enternasyonalîst a komunan- nîşanî me dide ku ev têkoşîn xwedî aliyek gerdûnî ya pir girîng û pir bi wate ye.  Modernîteya demokratîk ne tenê di asta herêmî, di heman demê de, di asta gerdûnî de jî çareseriyekî pêşkêşî mirovahiye dike. Bi rastî jî em îro dibinin ku gelek filozof, zanyar, akademîsyen, hunermend û siyasetmedarên cîhanê li ser tezên Birêz Abdullah Ocalan nîqaş dikin û dinirxînin ka ew çawa dikarin ji bo gelên cîhanê modeleke çawaye û dê çawa bikaribin jê sûdê wergirin nîqaş dikin. Ez van nîqaşan pir bi qîmet û girîng dibînim. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya nû, ku Birêz Abdullah Ocalan di navenda wê de ye, divê tenê ji hêla yek alî ve neyê dîtin û neyê nîqaş kirin. Ji ber ku manîfestoyeke pir hêlî ye. Her wiha divê ev manifesto pir hêlî were dîtin û nîqaş kirin.

Di vê pêvajoyê de rista jinan çiye, jin vê pêvajoyê çawa pêşwazî dikin û ev pêvajo ji bo jinan tê çi wateyê?

Fikrên Birêz Abdullah Ocalan ên di mezinkirin û bilindkirina têkoşîna azadiya jinan de hêjayî pîrozkirinê ye. Dixwazim vê  taybetî bînim ziman. Hevaltiya wî ya bi jinan re pir girîng û pir bi wate ye. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku rêya azadiya jinan ne tenê rê li ber tevgera jinên kurd, lê di heman demê de rê li ber tevgera jinên cîhanî vekir. Felsefeya JIN JIYAN AZADÎ: Ev paradîgma ne tenê armanc dike ku jinan, di heman demê de mêran jî biguherîne, veguherîne û civakeke azad li ser esasê jiyana komînan ava bike. Ev felsefe li dijî hişmendiya serdest a meran e, têkoşîneke rewşenbîrî ya vê paradîgmayê ye ku îro dimeşîne.

Ev pêvajo ji bo civakîbûn, rizgarî û azadiya  jinan, rêxistinbûna wan û têkoşîna wan a ji bo avakirina jiyaneke azad pir girîng e. Banga heft deqeyî ya Birêz Abdulalh Ocalan, ku di 9ê Tîrmehê de hat kirin, bi zelalî dibêje ku amûrên têkoşînê di vê heyamê de guherîn û veguherîn e, ji bo vê yeke divê têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê bi heybet berdewam bike.

Di vê pêvajoyê de em bi rastiyekê re rû bi rû ne ku serdestiya mêran di asta herî bilind de ye. Jin rojane tên kuştin, tacîz û tecawiz kirin. Di serî de jin û civaka me her roj bêpariya aborî re rû bi rû dimînin û ji ber şer nebûyîna debara aborî neçar dimînin ku koçî welatên biyanî û Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan û lêgerîna azadiyê hîn girîngtir dibe. Ji bo jinan, ev pêvajo ji beşek aştiyê wêdetir diçe; ew pêdiviyeke xwazayî û jiyanî ye.

Rêzdar Sebahat tam jî di vir de dixwazim pirsa aştiyê bikim. Aştî ji bo jinan tê çi wateyê, rista jinan a di aştî yê de çi ye? Îro em dinêrin ku ji xebatên diplomisyê bigire heta ku komisyonên ku hatine avakirin piranî mêr tê de cîh digirin. Di vir de pêwîst e bertekên jinan ên li hemberî vê çibin û jin di vê pêvajoya aştî yê dê risteke çawa pêk bînin?

Ez dikarim bibejim ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştiya rastîn avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev û azad e. Di vê çarçoveyê de, divê jin ne tenê di asta sembolîk de, di heman demê de di pêvajoyên biryardayînê de jî cih bigirin. Her çend hejmara jinan a di komisyona parlementoyê de kêm be jî, divê ev nebe pirsgirêk û nebe mijara nîqaşan jî. Ev yek têkoşînê bêwate nake. Berevajî vê, ew hewcedariyeke mezin a daxwazên jinan nîşan dide. Li gor baweriya min a herî girîng biryar û vîna jinan a temsîlkirina di vê komîsyonê de ye. Em pir bi hêsanî dikarin bibêjin jinên ku ne di komîsyonê de ne jî, dikarin bi biryar û pêşniyarên xwe bandoreke pir bi wate li ser vê komîsyon û vê pêvajoyê bikin. Dema ku em di hêla parlamenterên jin ve komîsyonê binirxînin, li ser navê Partiya Demê her du hevalên me yên jin Gulistan Kılıç Koçyigit û Meral Daniş Beştaş xwedî risteke mezin in. Bêguman ew jî parçeyekî têkoşîna azadiya jinan û temsîleyeta Tevgera Jinên Kurd (TJA) in. Ew ê daxwazên tevgera jinan bînin ser vê maseyê. Ji ber ku daxwazên têkildarî vê pêvajoya aştiyê divê ne tenê bêçekbûnê; divê gavên berbiçav ên wekî betalkirina Qanûna Dij-Terorê, berdana girtiyên siyasî û betalkirina qanûnên qeyûman, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û mafê azadiya jinan jî di nav xwe de bigirin dest û mîsoger bikin. Her wiha, ji bo ku ev pêvajo hêzeke mezin a civakî ya rastirîn biafirîne, guhertinên destûra bingehîn pêwîst in. Înkarkirina kurdan a ku bi destûra bingehîn tê pêkanîn, divê bi dawî bibe; divê bingeha qanûnî ya komara demokratîk were danîn. Divê daxwazên jinan jî di avakirina vê bingehê de cih bigirin. Anku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi avakirina jiyaneke ku jin wekî welatiyên wekhev beşdar bibin jî mimkun e. Jixwe ev pêwîst e ku bê kirin jî.

Belê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve manîfestoyek hat amadekirin, di manîfestoyê de qala pênc xalên bingehîn hat kirin. Yek ji xala herî sereke xala azadiya jinan bû. Ev manîfsto ji aliyê jinan ve çawa hat pêşwazîkirin, Wekî TJA we ev manîfsto çawa xwend û nirxand û TJA dê di vê pêvajoyê de risteke çawa pêk bîne?

Manîfestoya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin jî di vî warî de girîng e. Ev manîfesto çareseriyeke civakî pêşniyar dike. Li ser bingeha yekîtiya civaka demokratîk û komara demokratîk e. Jin jî di vir de xwedî roleke girîng in. Banga Birêz Ocalan ji bo jinan di her nirxandinê de pêwîstiya ku ev pergala civakî ya nû li ser bingeha azadiya jinan be, destnîşan dike. Em wek jin jî, li ser vê serdema nû nîqaş dikin. Em dinirxînin ka em çawa tecrubeya xwe ya têkoşînê ku vedigere salên 1990î, li gorî pêdiviyên vê serdema nû biguherînin û veguhertineke nû pêk bînin. Lêgerîna me ya ji bo ka rêxistinkirina komunal çawa dikare li ser esasê rêya bîrdoziya rizgariya jinan bê avakirin e. Ev têkoşîneke enternasyonalîst e ku ne tenê ji bo jinên kurd, di heman demê de ji bo jinên gelên ku em bi wan re dijîn jî pirsgirêka rizgarî û azadiya wan çareser bikin e. Em vê pêvajoyê ne tenê ji perspektîfeke teorîk, di heman demê de ji perspektîfeke rêxistinî, felsefîk û îdeolojîk jî dinirxînin. Ji ber ku, wekî ku Birêz Ocalan di manifestoya xwe de aniye ziman, ‘azadiya civakê azadiya min e’, em jî weke jinên kurd dibêjin; azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê bingehîn e. Ji ber vê yekê, em azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan di navenda têkoşînê de dibînin. Ji ber vê yekê divê di serî de azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk  were. Ji ber em azadiya wî weke teminata aştî û azadiya jinan, azadiya civaka demokratik û heta komara demokratik dibinin.

Di encamê de, wekî jin, em hem ji bo daxwazên demkurtî û hem jî ji bo veguherîna avahîsaziyê ya demdirêj têkoşîna xwe didomînin. Em baş dizanin ku aştiyeke mayînde bi beşdariya çalak a jinan, civakîkirina rizgariya azadiya jinan û avakirina pergaleke demokratîk mimkun e.