13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de axifî

Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar û gelek welatî jî di danişînê de amade bûn. Dema siyasetmedar ketin eywana danişînê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da.

Sebahat Tuncel di serî de jinên danişînê dişopînin silav kir û piştre dest bi parastina xwe kir. Tuncel, parastina xwe bi gotinên Amin Maalouf a “Ji bo hemû baweriyan rêz digirim û di nezera her kesî de sûcê min ev e. Sûcê min ew e ku ji bo wan aştiyê dixwazim. Ez ê bedela wê bidim.” Berdewam kir.

‘Li pêşiya komara demokratîk astengî ye’

Tuncel, bi domdarî anî ziman ku ji ber têkoşîna xwe ya aştiyê tên darizandin û wiha got: “Kesên li dora nefretê civiyayîn, hewl didin pêşiya Komara Demokratîk bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ji bo gelên Tirkiyeyê komareke wekhev ava bikin. Sedema darizandina me ya li vir jî ev e. Di sala 2015’an de me got; ‘heke hûn binpêkirinên mafên mirovan tune bihesibînin dê Tirkiye bikeve krîzê. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku gelek herêmên Kurdistanê  bi çekên giran hatine dorpêçkirin û ji her malê cenaze derdikevin.’ Lê li me nehat guhdarîkirin.”

 ‘Derbasî pergala mafyayê bûn’

Di berdewamê de Tuncel ev tişt anî ziman: “Di sûcên li dijî kurdan de polîtîkaya necezakirinê di meriyetê de ye. Kurd û zarokên wan dikarin bên kuştin. Cînayetên Tahir Elçî û Denîz Poyraz nayên ronîkirin. Hemû doz êdî li ber demborînê dikevin. Roboskê hêj li edaletê digere. Cenazeyên kurdan di qutiyan de tên şandin. Komkujiya Mereşê bingeha Darbeya 12’ê Îlonê amade kir lê dewlet mudaxile nake. 78 jî qirkirineke li dijî elewiyan e. Lê hêj jî hevrûbûnek çênebûye. Gelemperiya kesên li Mereşê niha li derveyî welat in û hêj jî wan êşan dikişînin. Heta ku bi van êşan re hevrûbûnek çênebe em nikarin dest bi destpêkeke nû bikin. Ji ber ku li pişt hemû komkujiyan dewlet heye. Ji ber ku twîtek avêtiye yan jî daxwaza aştiyê kiriye, we mirov bi salan di girtîgehê de hiştin. Lê serçete destên xwe dihejînin û digerin. Ji ber ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de dev ji ‘pêvajoya çareseriyê’ berda û parlamento û destûra bingehîn paşguh kir û pergala mafyayê xist meriyetê. Dewlet anîn vê rewşê. Hêzên paramîlîter ên di 6-8’ê Cotmehê de kî bûn? Dewletê çima lêpirsîneke bibandor neda destpêkirin? Hûn nikarin berpirsyartiya kesên hatine kuştin têxin stûyê me. Gelemperiya wan hevalên me bûn. Kê xwepêşandanên demokratîk provake kirin û mafê jiyanê yê mirovan binpê kirin? MÎT û Wezareta Dadê gilîker in. Dewlet li wir û kurd li vî alî ne. Ev nayê qebûlkirin. Dadgeha we jî şirîkê vê kompasê ye.”

 Usûleke darizandinê ya wiha nîne’

Di berdewamê de Tuncel destnîşan kir ku danişîn bênavber tên lidarxistin û wiha pê de çû: “Ev yek li dijî mirvahiyê ye. Ev dadgeha koletiyê li me ferz dike. Danişînên li pey hev li dijî mirovahiyê ne. Destên du hevalên me hatin şikandin. Li Tirkiyeyê usûlekê darizandinê nîne. Ma her roj danişîn dibin? Hûn ji me bêhtir dizanin ku hevalên me yên li vê derê sûcdar nînin.

Îktîdar aheyî weke ku li dijî Îsraîlê aliyê gelê Filistînê bigire xwe nîşan dide. Lê tu ji ewil li mala xwe binêre. Çi karê te li Efrînê ye? Di hemû netewedewletan de zîhniyeta mêr serdest e. Xaka ku dagir dikin jî weke jin dibînin. Şer, jinan dikujin.

Dadgeh jî di nava vê kompasê de ye

Dewlet, kurdan tune dihesibîne û polîtîkayên pişaftinê didomîne. Pişaftin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Kurd hene, gelê kurd heye. Lewma mafên wan hene. Ev dewlet me tune dihesibîne. Hemû hevalên me yek bi yek vegotin ku ev doz ‘doza kompasê’ ye. Ev doz, dozeke ku hêj dest pê nekiriye. Ji ber ku CMK çi dibêje; dema doz tê destpêkirin divê tespîta nasnameyan bê kirin lê di vê dozê de nehat kirin. Îdianame bi awayeke derhiqûqî hate xwendin. Heta li rûyê me nehat xwendin. Me daxwaza redî dadger kir. Endamê koma çete derket. Endamê din ê li gel wî biryar îmze kirî hêj li wir disekine. Ez pir fikirîm ku li dijî şandeyeke ku me red kiriye neaxivim lê ji bo gelê xwe min weke deynek dît. Îtîrafkarek dibêje ‘min bihîst’ lê hûn îfadeya wî weke hêmaya sûc a xurt dinirxînin. Lewma pêbaweriya bi dadgeha we ji hêla min ve bipirsgirêk e. Darizandineke adilane û serbixwe nayê kirin. Hûn jî di nava vê kompasê de ne. Dozger Ahmet Altûn xwestiye delîlan veşêre. Êdî ewqas berbiçav bû.

Hûn tundiya mêr-dewletê dikin

Hûn bi xwe li vir tundiya mêr-dewletê dikin. Hûn nûnerên pergala nêrza ne. Salên me bi têkoşîna li dijî vê zîhniyetê derbas bûn. Ji ber ku mîkrofon di destê we de ye, ji nişka ve hûn digirin. Ev yek tundî ye, hewce nake ku hûn ileh li me bixin. Li gorî CMK’ê; piştî lêpirsînê li gilîker û şahidan tê guhdarîkirin. We ew jî nekir. Dema parastin didomiyan we li şahidan guhdarî kir. Ser re we em bi wan dan teşhîskirin. We bi awayeke veşarî li şahidên nepen guhdarî kir. Û hûn ji vê re dibêjin ‘edalet.’ Hêj lêpirsîn neqediyayî we got; ‘hûn dixwazin darizandinê dirêj bikin’ û we mafê me yê parastinê bisînor kir. Jixwe ev 7 sal in ez di girtîgehê de me, ma dê çima bixwazim dirêj bikim. Îfadeyê şahidê nepen Ulaş di girteka lêkolînê ya polîsan de tune ye lê we bi veşarî lê guhdarî kir. Yên ku dibêje tenê fesadî ye. Xuyaye ku derewan dike lê hûn naxwazin vê yekê îspat bikin. Piştî guhdarîkirina Ulaş, we biryara ‘ya berê digire nav xwe’ da. Tiştekî wiha nîne.

Heta mafê me yê şîngirtinê jî ji destê me hate girtin

Di vê pêvajoyê de dewletê mafê me yê şîngirtinê jî ji destê me girt. Gelek hevalên me xizmên xwe winda kirin. Min jî bapîrê xwe winda kir. Yek ji me nekarî biçin cenazeyên wan. Dema em diçûn jî rê veguherandin îşkenceyê. We neda hiştin ku cenazeyê dayika Aysel Tugluk were definkirin. Ji bin axê hate derxistin û we şand Dêrsimê. We Dayika Taybet li naverasta kolanê hişt. We zarokên vî gelê kirin xwarina teyr û çûkan. Cenazeyên zarokên gelê kurd di qutiyan de tên radestkirin. Şîna kê dikare were girtin, ya kê nikare were girtin? Mijar bi temamî ev e. Ritûel aydê civakê ne, Mirov baş dikin û têkiliya bi civakê re ye. Lê we destûr neda ku em ne êşên xwe ne jî keyfxweşiyên xwe bijîn. Aysel Tugluk ji ber we kete vê rewşê. Ev tundiya dewletê ye ku dixwaze têkiliya me ya bi civakê re qut bike.

Pirsgirêka kurd bi birêz ocalan çareser dibe

Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd were çareserkirin, ev çareserî bi birêz Ocalan dibe. Hewldanên çareseriya demokratîk ên Ocalan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê pir binirx in. Birêz Ocalan heke azad bibe, ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê gelek girîng e. Rêya herî baş a pêkvejiyanê, destpêkirina muzakereyên bi birêz Ocalan re ne. Hûn birêz Ocalan di bin tecrîd û îzolasyoneke giran de radigirin. Tu mafên xwe nikare bi kar bîne. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2009’an de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê kirine. Divê êdî rê li ber mirinan bê girtin.”

Şandeya dadgehê navber da danişînê û piştî navberê dîsa dê bidome.