Di van rojên havînê de di nav labîrentên (labîrent, ne bi tirkî ye, ji helenî tê, navzimanî ye, loma jî niha naxwazim bêjim gêjgerînek…) geroktiyê de gelek caran ev pirs bala min dikşîne: Tişta ku kesayetê dixe ke..sa..yet..çî ye? Dema masîvanek dibînim,dipirsim: Çima bûye masîvan, tu masîvaniyê jê bistînî, dê çi di destê wî de bimîne û dê bibe çi? Demek her roj rastê sîrfiroşek dihatim, ew û loda sîrê xwe wek bedenek bûn. Ku me wê barê sîrê wî jê bistenda, dê bibûya çi, an jî dê tiştek jê bimaya? Bawer nakim, çimkî wî jî me mirovan di çavên xwe de kiribû du beş: Ên ku jê sîr distînin û ên ku nastînin! Wata ku dida me jî tenê wiha bû. Lewre bûyîn, tiştek zehf taybet e. Hem neçarî ye hem dildarî, hem jî qeder e. Çimkî qerekter jî qeder e. Qerekter, qeder û pîşe dema dibin yek, rûyek dertê holê, lê hin tişt jî wî rûyê tune dikin an jî ew rû ji bilî xwe tiştek nahêle.
Bes niha dixwazim em bi hev re li ser doxtoriyê bifikirin. Doxtor! Dermanê/a nexweşan! Lê carna doxtor jî cuda ne, ne wek her kesî/ê ne! Mînak: Xeyrî Durmuş jî doxtor bû û Che Guewara jî… Lê ew doxtorên welê bûn ku bi hebûna xwe rê û hêviyan diçandin, ne bi emeliyatxane, serûm û laboratuwarên xwe. Ku ew hew doxtor bana û ji nexweşxanan dernekatana dê niha wiha li bîra me nemana. Ewan gomlegên spî na, gulên sor li xwe kirin û bi gavên jiyanzan pê li mirinê kirin û çûn. Doxtoriya wan awayek cuda bû, jiyanek cuda. Wan xwe ji mirinê veneşart, li taldeyan venezeliyan. Wan destên xwe yên pak ji binê keviran kêm nekir, singê xwe ji tehlîkeyan veneşartin. Ew ne bi doxtoriya xwe lê bi şoreşgeriya xwe geriyan li dinyayê, hê jî digerin.
Bes yek heye, ew jî doxtor e û her bi doxtoriya xwe maye li dîrokê. Doxtoriyek welê ku navê wî kiriye “melekê mirinê”. Erê, em behsa doxtorê Nazî, Josef Rudolf Mengele dikin. Doxtorê ku li kampa Auschwitz-Bîrkenauyê li ser mirovên girtî derman û rêbazan diceriband, xwîn li canê wan ziwa dikir. Zanyarek wisa bû ku herî kêm 2 milyon û 2 hezar kesên dîl kir qurbana fanteziyên xwe yên faşîzan… Mengele piştî têkçûnê (1911-1979) xwe welê baş veşart ku mossad jî nekarî bigihîjê û dawiya dawî bi nasnama qaçax li nav avê xeniqî; ne bi dermankirinê, lê bi nexweşxistin (çimkî mîkrob û vîrûsan jî bera canê zarokên cihû û romen dida) û kuştinê li bîra mirovahiyê ma. Wek cinawirê mirinê bû ew, doxtorê mirinê… Te vî wesf û wezîfa wî jê bistenda tu tişt nedima. Loma piştî têkçûna naziyan nema ew, beriya ku bedena wî bimire mir. Ji ber ku dema nedikuşt, nikaribû bijiya, hew bi kuştinê hebû, bi vî awê ma li bîra mirovahiyê, dema ku nekarî bikuje mir…
Lê herdû doxtorên me yên din..Xeyrî û Che… Ew çima ji bîra mirovahiyê naçin? Û teva ku doxtor bûn, anatomiyê baş dizanibûn jî, çima yek gav bi gav ber bi diyarê mirinê va meşiyaye û yê din jî bi birîndariya xwe ya delal, ji kujerê xwe re gotiye: “Netirse, bikuje, tu yê hew mirovek bikujî…”
Belê. Sê doxtor hene li dîroka mirovahiyê. Mengele, Che û Xeyrî…Tu doxtoriya yekî jê bistînî, dê tune bibe, yanî dê ne Mengele hebe, ne jî doxtorê mirinê an jî doxtor mirin… Lê Che… Tu nikarî wî ji dil û hişê mirovahiyê derxî. Heta ku serhildêrî û dijkoledarî hebe, heta ku mirov karibe bêje na ew ê hebe, bijî û hêvî û helbesta îsyankariyê bihone. Mirin û jiyanê di zînê hespek da bi cîh bike.
Û doxtorê kurd, yê ku baş dizanibû di şewata temûza zîndanê da mirin çawa dibe piling, lê bi gavên moristangên tîbûnê dimeşe, çima gazî sarkaniyên Çewlikê yên şêrîn nekir û destên xwe yên pir û pir tî… ji ser agir nekişand? Ew çi doxtor bû ku her li bîra gula dilên ronî ma û got: “Tu hêz û kes nikare stûyê we bişkîne, ger ku hûn bi xwe wî neşkînin…”
Sê doxtor, sê mînak…Yek rûreşiya mirovahiyê ye û berî ku bimre mirîbû. Herdûyên din… Lê… herdûyên din, her geş in li bîra zindiyan.. Li tîbûna havînê jî, li guleya xwefiroşek tirsonek jî, her û her rûken… her û her bê minet, li gel dost jî dijmin jî her û her bi heybet.