Yek ji raportorên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya Tirkiyeyê Stefan Schennach, têkildarê serdana xwe ya di navbera 11-14’ê hezîrana 2024’an a li Tirkiyeyê de raporek amade kir. Di rapora ku ji aliyê Schennach û Jîll Mortimer ve hat amadekirin de, behsa şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Di raporê de têkildarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev tişt hat gotin: “Der barê rewşa birêz Abdullah Ocalan de ku niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin, ez hatim agahdarkirin. Ji adara 2020’an û vir ve tu kes ji xizmên wî nekarîn serdana wî bikin û herî dawî di Adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye. Ji tebaxa 2019’an û vir ve jî tu parêzer pê re hevdîtin nekiriye.”
Di raporê de her wiha hat gotin ku 5 raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence (CPT) ji ber ku rayedaran destûr nedane, nehatine weşandin.
Di raporê de çavdêriya li ser girtîgeh û şert û mercên girtinê yên li Tirkiyeyê cih girt û fikarên têkidarê qerebalixiya girtîgehan û cezayên girtîgehê yên salên dirêj û dema ragirtinê hat nirxandin.
Di rapora ku nirxandinên berfireh li ser hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala yê di Doza Gezî de hat girtin hat kirin de, fikarên xwe yê der barê girtiyên nexweş ên giran hatin parvekirin.
Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku tevî peyama ‘sifir tolerans’ a ku rayedaran li Tirkiyeyê dane jî di salên dawî de di bin kontrola polîsan de û li girtîgehan îşkence û muameleya xerab zêde bûye û hat gotin Tirkiye pêşveçûna xwe ya di vê qadê de serûbin kiriye. Di raporê de mirinên li girtîgehên Tîpa F’yê jî hat destgirtin.
Di raporê de biryarên DMME’yê yên ji aliyên Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn jî hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku ev biryar têkildarî binpêkirinên azadiya xweîfadekirin û ragihandinê, binpêkirinên azadiya kombûn û birêxistinbûnê, binpêkirinên azadiya hizirîn, wijdan û baweriyê, xebitîna edaletê, bêbandorbûna lêpirsînên têkildarî çalakiyên hêzên ewlekariyê, bêcezabûn û tundiya navmalbatî ne.
Çavdêr, di hevdîtîna li gel rayedaran ya li Enqereyê de diyar kir ku bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsiyariyeke qanûnî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bang li rayedarên tirk kir ku tavilê biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala bi cih bînin.
Rapotor têkildarî polîtîkayên desteserkirina yên li ser şaredariyên HDP û DEM Partiyê jî nirxandinên xwe kirin û diyar kir ku di hemû hevdîtinên li gel rayedaran de ev mijar jî aniye ziman.