Li Enqerê, duh ji aliyê PKK’ê ve êrîşeke bombeyî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê hatibû kirin. Li gorî daxuyaniyên fermî di êrîşê de 2 polîs birîndar bûne û xesareke mezin gihîştiye wezaretê. Îro di saetên serê sibehê de polîsan bi hinceta vê êrîşê li Stenbol û Kirklareliyê bi ser malan rêveber û hevserokên sazî û dezgehên kurdan de girtin û qirkirineke siyasî pêk anîn. Polîsan di serdegirtinan de gelek kes binçav kirin. Yek ji van kesên ku polîsan ew binçav kirin Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî mamoste Eyyub Sûbaşî bû.
Saziyên ziman ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, binçavkirina Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyub Sûbaşî û kesên ku pê re hatibûn binçavkirin, bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin. Saziyan, destnîşan kir ku ew weke saziyên zimên, operasyonê weke parçeyekî ji polîtîkaya dewleta tirk a sed salan dibînin û banga hestiyarî û xwedîlêderketinê di serî de li gelê kurd û pê re jî li hemû sazî û derdorên demokratîk kirin ku li hemberî van hêrîşan bêdeng nemînin.
Dê serê me netewînin
Berfirehiya daxuyaniya saziyan wiha ye;
“Îro serê sibehê li du bajaran di bin navê operasyonê de li dijî rêveber û hevserokên sazî û dezgehên kurdan qirkirineke siyasî hate birêvebirin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî mamoste Eyyub Subaşi jî tê de gelek kes bi qedexeya agahîjêgirtinê û manîpulasyoneke bi destê Walîtiya Stenbolê hatî kirin, hatin binçavkirin. Em van hêrîş û operasyonên neheq û nehiqûqî bi tundî şermezar dikin û bi dengekî bilind tînin ziman ku dê serê me netewînin!
Ev qirkirina siyasî, ne nû ye; her carê kesên din ên pêşeng ji xwe re dike hedef. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro geh bi asîmîlasyonê, geh bi girtina sazî û dezgehan û geh jî bi qirkirinên siyasî hedef her bûye saziyên zimên û siyasî, xebatên sazî û dezgehên kurdan û axirî bûye gelê kurd. Hincet û senaryo guherîne, lê qedexe, binçavkirin, girtin û kuştin tu carî neguherinê. Wek saziyên zimên, em jî vê qirkirinê parçeyekî ji polîtîkaya dewleta tirk a sed salan dibînin û banga hestiyarî û xwedîlêderketinê di serî de li gelê kurd û pê re jî li hemû sazî û derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van hêrîşan bêdeng nemînin.
Tu hêz nikare destkeftiyan tune bike
Em careke din ji vir didin zanîn ku rê û têkoşîna hevalên me ya me ye û dê gelê kurd û sazî û dezgehên gelê kurd li ber van hêrîş û zextan tu carî serê xwe netewînin û ji têkoşîn û xebatên xwe gavekê jî ber bi paş ve neavêjin! Ji ber ku gelê kurd destkeftiyên xwe bi rehetî bi dest nexistine, lewma tu hêz nikare van destkeftiyan bi binçavkirinan û tirsandinê tune bike.
Hemû hevalên me yên ku îro hatine binçavkirin û hemû hevalên me yên din ên ku bi awayekî nehiqûqî, bi awayekî dijminkarane hatine girtin, em bi wan re ne û xwedî li têkoşîna wan derdikevin.
Em ji bikerên van kiryarên neheq re dibêjin, hemû hevalên me derhal serbest berdin û wekî hemû zext, tundî û hêrîşên li gelê kurd hatî kirin, ev jî pûç in û dê me û hevalên me ji rêya azadî û wekheviyê dûr nexin û em ê ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê û destkeftiyên gelê kurd derkevin!”
Navê saziyên ku daxuyanî dan wiha ne;
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê
Komeleya Wêjekarên Kurd
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê
Kovara Destarê