Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Gel li çar aliyê Kurdistanê daketin qadan û li banga Abdullah Ocalan guhdar kir. Li hemû cihanê jî ji nêz ve hat şopandin. Abdullah Ocalan di banga dîrokî de got, “Bila PKK kongreya xwe kom bike û birayara çekberdanê bigre.” Abdullah Ocalan ji bo ku çek bên berdan jî got; “Bêguman ji bo di pratîkê de çek bêne berdan û PKK xwe fesix bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” Li ser vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya guhertin û veguhurtinê dest pê kir. Piştevaniya hemû beşen civakî ji bo banga dîrokî berdewam dike. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî nûnerên saziyên tendurîstiyê yên Amedê piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen û Hevserokê Sendîkaya Xebatkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ulus ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ulus bal kişan ser parastina jiyanek bi tenduristî û got: “Ji bo jiyaneke bi tenduristî divê pêşiyê mirov azad bibe. Em jî ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. Em banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir pîroz dibînin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û avakirina jiyanek bi tendurist e. Abdullah Ocalan rêya ku gelên bindest bi mafên xwe bi xwe ava bikin da vekirin.”
Divê dewlet bi lezgînî gav biavêje
Mehmet Nûr Ulus diyar kir ku ji bo şerê li Rojhilata Navîn bê rawestandin û aramî bê heremê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo vê derfeteke pir mezin e û wiha axivî: “Demeke dirêje li Rojhilata Navîn şerekî dijwar berdewam dike. Ji bo ev şer bê rawestin û aramî pêş bikeve, Abdullah Ocalan bi banga dîrokî rista xwe lîst. PKKê jî gav avêt. Pêvajoyê wisa jidil bûn û gav avêtinê dixwazin. Em zanin ku gavên çareseriyê bêne avêtin dê reya aramiyê veke. Divê dewlet bi lezgînî gav biavêje û bi rola xwe rabe. Em jî wek tenduristvan piştgiriyê didin peyama Abdullah Ocalan û em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Divê pêşiya civaka demokratîk vebe
Serokê Odeya bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî diyar kir ku tenduristiya civakê bi azadbûyinê pêk tê û got: “Em wek odeya bijişkan ev 30 sal in ji aştiyê têkoşin. Kî rêya aştiyê veke em ê piştgiriyê bidin wan. Ji ber ku aştî ji bo tenduristiyê bingehek e. Heke azadî û aştî nebe civak jî tendurist nabe. Di demên berê de jî ji bo aştiyê çend pêvajo hatin destpêkirin. Lê ev pêvajo tenê di gotinê de ma. Divê vê carê gavên pratîk bêne avêtin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo aştî û tenduristiya civakê gaveke pir bi nirx e. Divê dewlet jî li hember vê banga dîrokî bi lezgînî gav biavêje. Di girtîgehan de pir girtiyên nexweş hene û divê serî de ji bo berdana wan girtiyan gav bê avêtin. Êdî divê bi şert û mercan pêşiya civakê bê vekirin.”