Sazî û partiyên kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê bê betalkirin û xwedî li Şengalê bê derketin, nameyeke hevpar nivîsîn.
Di nameyê de 29 sazî û partiyên kurdistanî ku ji bo wezîrên karên derve yên DYA, Fransa, Almanya, Iraq û Îngilistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re hat nivîsandin, tirs û fikarên li ser Şengalê hatin vegotin.
‘Ji qirkirinê ders negirtine’
Di nameyê de hat diyarkirin ku sazî û partiyên kurdistanî yên li Ewropayê kar dikin, têkildarî rewşa heyî û paşeroja Şengalê bi fikar in ku Şengal ji bo tevahiya êzidiyan stratejîk e û wiha hat gotin: “Piştî qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an li dijî êzidiyan kir, em li bendê bûn ku guhertineke bingehîn a perspektîfî bê kirin. Mixabin em dibînin ku hikumetên Bexda û Hewlêrê dersek ji vê qirkirinê dernexistine û nêrîna wan a li Êzidiyan jî neguheriye.”
‘Peyman li derveyî îradeya êziyan e’
Di nameya partî û saziyan de hat bibîrxistin ku peymana navbera Bexda û Hewlêrê, îrade, destkeftî û saziyên demokratîk ên civaka êzidî ji nedîtî ve tê û şert û mercên bûne sedema qirkirinê ji nû ve tê ferzkirin û ev tişt hat gotin: “Ev peymana ku bêyî bi êzidiyan re bê şêwirandin hatiye amadekirin, li nav civaka êzidî bi tu awayî rewa û derbasdar nîne. Ji bo êzidiyan pêwîstî bi rêveberiyeke demokratîk a hevpar heye ku statuya êzidiyan xweser be da ku dikaribin xwe bi xwe biparêzin. Çareserî tunekirina destkeftiyên heyî nîne, çareserî parastin û mayindekirina derfet û saziyên heyî ye.”
‘Tevkariyê li peydakirina çareseriyê bikin’
Berdewama nameye wiha ye: “Pêwîstî bi Êzidxaneke wisa heye ku ji nû ve ava bûye, êzidî lê vegeriyane, xwedî rêveberiyeke piralî û demokratîk, bi cîranên xwe re di nav aştî û xweşbîniyê de ye.
Di encama gefên Erdogan de ku li Rojhilata Navîn piştgiriya hemû rêxistinên cîhadîst dike, hikûmetên Hewlêr û Iraqê bi zorê di bin navê ‘qanûn û sîstema dewletê’ de hewl dide dest deyne ser îradeya êzidiyan ku ev yek ji bilî piştgiriya ji bo siyaseta qirkirinê nayê tu wateyê.
Daxwaz û rica me ji we ew e ku di vê mijarê de derfetên xwe bi kar bînin, bandoreke erênî li hikûmetên Bexda û Hewlêrê bikin û tevkariyê li peydakirina çareseriyeke hevpar a bi nûnerên civaka êzidî re bikin.”
Navên sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:
YNK (Yektiya Niştimanî ya Kurdistanê)
Tevgêra GORRAN
KCDK-E (Kongreya Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
Partiya ŞÛÎ ya Kurdistana Başûr
Kongreya Star (Rêxistna Jinên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê) Europe
Partiya Zahmetkêşan – Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
Tevgêra Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê)
Partiya Çep a Kurd a Sûrî
Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya.
PÇDKS ( Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê)
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya( El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.
Partiya Rêkeftina Kurd a Sûriyê
Partiya Çaksaziya Kurd a Sûriyê
Partiya Kesk a Kurdistanî a Sûriyê
Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyê
Partiya Komanist a Kurdistanî a Sûriyê
PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)
KKP ( Partiya Kominist a Kurdistanê)
Tevgera Kawa
PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
Yakitiya Şorşgêrî a Kurdistanê
KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistanê)
KJAR (Civaka Jinên Rojhilat a Kurdistanê)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Demokrat a Pêşverû ya ya Kurdî ya li Sûriyê
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistanê)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
Kurdische Zentrum Berlin
CIK ( Civaka Islamî ya Kurdistanê)
Enstituta Kurdî – Elmanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê)
YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Kongreya Gel a Mezopotamya
Partiya Azadiyê Mezopotamya
Kurdistan Human Rights Association