12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sax girtin û kuştî derxistin

Rayedarên dewletê ciwanê 20 salî Rêber Soydan bi saxî şandin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê û piştî 2 sal şûnde cenazeyê wî derxistin.

Girtiyê 20 salî Rêber Soydan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin, kuştî hat dîtin. Soydan ku 2 sal berê hatibû girtin, bi saxî şandin girtîgehê û cenazeye wî derxistin. Rayedarên girtîgehê di saetên serê sibehê de li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û agahî dan. Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin. Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin. Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran û bi îdiaya çalakiyên girêdayî vê îdiayê bi giştî 53 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.