Di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê tên bikaranîn de, 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku dîmenên 2 endamên HPG’ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dayîn hatin parvekirin, rayedarên hikûmetê bi yek dengî gotina “di envantera me de nîne” bi kar anîn. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) jî ji JINNEWS’ê re got ku ew mijarê “dişopînin” û ji ber ku dewletên endam heta niha serlêdanek nekiriye, nikarin lêkolînê bikin. Her wiha Pispora Tiba Edlî û seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber ku xwest li herêmê lêkolîn were kirin, hat girtin û derheqê parastvanên mafên mirovan de jî lêpirsîn hatin destpêkirin. Herî dawî jî derheqê parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku têkildarî mijarê axivî bû fezleke hat amadekirin.
Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Rojnameger Veysî Sarisozen, diyar kir ku kesek nikare bikaranîna çekên kîmyewî yan jî çekên bi fosforê re têkel û sûcên weke nelirêtî, binpêkirina makeqanûnê û girtina derhiqûqî ya hemwelatiyan bide berhev û wiha got: “Heke bibêjin ‘em êdî bi kar nayînin’ jî, ev yek sûcê wan ji holê ranake. Dewletek dikare bi qanûnên nû pêşî li ber sûcên min li jor destnîşan kirine bigire û Yekitiya Ewropayê jî dest ji ‘fikarên’ xwe berde û di raporên xwe de bibêje; ‘Dewleta tirk di rêya reforman de gavên erênî diavêje.’ Lê di mijara bikaranîna çekan de raporeke weke ‘dê çekên kîmyewî kêmtir bi kar bînin, hêvîdarin di rojên pêş de bi kar neyîne’ amade nake. Heke bikaranîna çekên kîmyewî were tespîtkirin, dê Tirkiye bi sûcên şer bê darizandin. Dema ez dibêjim dewlet, qala Erdogan, wezîrê parastinê û serfermandarê artêşê dikim ku fermana êrîşê didin.”
Li Dusseldorfê xwepêşandan
Di berdewamiya axaftina xwe de Sarisozen, destnîşan kir ku Erdogan, piştî ku gumanên bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî de zêde bûn, li dijî kesên daxwaza lêkolînê dikin daraz xistiye nava liv û tevgerê û ev tişt got: “Şebnem Korûr Fîncanci li seranserê cîhanê tê naskirin û hat girtin. Bi vê yekê re berê hemû bijîşkên cîhanê dan Tirkiyeyê. Dê aştîxwaz û parastvanên mafên mirovan ên ewropî di 12’ê mijdarê de li Dusseldorfê xwepêşandaneke mezin li dar bixin. Dê dengê wan di guhên dewletan de olan bidin. Daxwaza hikûmeta Avustralyayê ya ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî, ji bo Erdogan metirsîdar e. Ji ber ku heke ji bo lêkolînê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bide, Erdogan nikare pêşî lê bigire.”
Maseya 6 Ling şirîkê sûcên şer e
Sarisozen, bal kişand ser bêdengiya Maseya 6 Ling a li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Erdogan hêj pir zûde plana xwe ya hilbijartinê xistiye meriyetê. Lê ev hêja planan çêdikin. Ew dibêjin qey serkeftina di hilbijartinê de teqez e. Her wiha dengên gelê kurd û HDP’ê jî ji bo xwe dihesibînin. Wisa dihesibînin lê derheqê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla dewleta tirk bikar aniye sûcê şer e, lê yek tiştekî nabêjin. Ev bêdengî jî wan dike şirîkê sûcên şer. Dê gelên Tirkiyeyê ji ber vê helwestê wan bidarizîne. Maseya 6 Ling naxwaze bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin ji ber ku heke bibin desthilatdar, ew jî xwedî wê potansiyelê ne ku bi kar bînin. Her wiha di dîroka CHP’ê de, di ya ÎYÎ Partiyê de ku ji MHP’ê veqetiyaye û di ya partiyên Pêşeroj û Deva’yê yên ji AKP’ê veqetiyayîn de jî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî bi tîpên xwînê hatine nivîsandin.”
Rêya 3’yemîn heta serkeftina konfederalîzmê ye
Di dawiya axaftina xwe de Sarisozen, bi lêv kir ku heta partiyên ji HDP’ê alîkariyê dixwazin soza pêşîlêgirtina sûcên şer ên dewletê nedin, dê HDP piştgiriyê nede wan û wiha axivî: “Nêzikatiya CHP’ê ya li hemberî kurdan, ji nêzikatiya Tifaqa Cumhur cudatir nîne. Dêrsim, Agirî û Zîlan şahidên vê ne. Yên din jî bermahiyên AKP-MHP’ê ne. Dewleta di nava CHP’ê, AKP û Maseya 6 Ling de li cem Erdogan cih girtiye û dixwaze Kiliçdaroglû, asê bikin. Heke Kiliçdaroglû soza rawestandina şer, sererastkirina aboriyê, çareserkirina pirsgirêkên bi cîranan re, pêşîlêgirtina nelirêtiyê û hwd. bide, her kes dê piştgiriyê bide. Li hêla din Tifaqa Ked û Azadiyê heye ku Rêya Sêyemîn esas digire. Rêya 3’yemîn, taktîkeke hilbijartinê nîne, navê bernameyeke têkildarî pirsgirêkên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ye. Anku rêya wê ne heta hilbijartinê ye lê heta şoreşa konfederalîst dê bidome. Kîjan taktîka hilbijartinê bi kêrî vê rêyê were, dê hilbijêrên HDP’î jî wê taktîkê bi kar bînin.”