Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê di civîna xwe ya meha Nîsanê de biryar da ku navê Parka Ogretmenlerê biguherîne û navê Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan li parkê bike. Lê belê Qeymeqamtiya Rêya Armûşê ev biryar bi hinceta ku navê parkê yê heyî ji hêla “hafizeya civakî” ve girîng e û guherandina navê wê ji bo cemaweriyê sûdewer nîne biryar red kir.
Li ser vê yekê, Şaredariya Rêya Armûşê jî bi daxwaza ku cîbicîkirina biryarê were sekinandin û biryar were betalkirin, serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da. Di serlêdanê de hate gotin ku navê behsa xeberê 2 sal berê ji hêla qeyûm ve lê hatiye kirin û di nava du salan de tu hafizeya civakî çênabe. Bi domdarî hate gotin ku biryara şaredariyê ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin û birêzdarî hatiye pêşwazîkirin. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Navê Parka Ogretmenlerê ne navekî dîrokî ye. Nêzî du sal berê qeyûm navê wê guherand û ev nav lê kir. Beriya niha navê wê parkê ‘Parka Kentê’ bû. Lewma jî îdiaya ku dibêje di hafizeya civakê de cih girtiye, îdiayeke rast nîne.”
Hat diyarkirin ku navên kolan û parkan li gorî guherînên civakî û daxwazên gel dikarin bên guherandin û wiha hate gotin: “Li gorî pêwîstiyên dem û pêvajoyan, navên kolan, park û cadeyan dikarin bên guherandin. Meclisên herêmî weke nûnerên gel ji daxwazên gel berpirsyar in. Biryara redkirinê ya qeymeqamtiyê xwe dispêre îdiayên razber. Di qanûn û giştînameyan de hukmekî ku dibêje navên hatine dayin nikarin bên guherandin, tune ye. Biryara Meclisa Şaredariyê hem li gorî qanûnan e hem jî li gorî îradeya gel guncav e. Biryara qeymeqamtiyê li dijî hiqûqê ye.”
Şaredariyê, di serlêdana xwe de xwest ku cîbicîkirina biryara redkirinê ya qeymeqamtiyê were redkirin û biryar were betalkirin.