8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Sûrê kontrolkirineke berfireh ya xurekan kir

Zabiteyên Surê ji 18ê Kanûnê ve kontrolkirina 150 market, firin, dikanên şîranî û xurekfiroşan pêk anîn.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Sûrê ji bo venihêrtina xurekan û kontrolkirina ji alî şert û mercên tenduristiyê ve, li gelek qadan, di nav de firin, dikanên şîranî û xurekfiroşan heta bi marketên mezin, ji 18ê Kanûnê û vir ve venihêrîn û kontrolên sersalê didomînin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabiteyan bênavber xizmetên xwe berdewam dikin û li tenduristiya gel xwedî derdikevin. Ji 18ê Kanûnê û vir ve bi tevahî 150 cihên kar (firin, şêranîfiroş, fêkiyên hişkirî û market) hatin kontrolkirin.  Di kontrolan de bi taybetî berhemên ku dîroka wan derbas bûye hatin desteserkirin û îmhakirin û ceza li wan kargehan hat birîn.

Ekîbên Zabiteyan ji bo dagirkirina peyarê jî hem hişyarî û hem ceza da dikandaran. Her wiha li 100 xwaringehan jî venihêrîn hat kirin û der barê lîsteya buhayê xwarinan ya menuyên li ser maseyan de hatin hişyarkirin.

Ekîban 50 giliyên ku li ser xeta giliyê Alo 153 hatin kirin jî nirxandin û cihên ku giliyên wan hatine kirin, kontrolkirin. Di encama kontrolan de dikan û marketên ku kêmasiyê wan hebûn, hatin hişyarkirin û ceza li wan hat birîn.

Hat diyarkirin ku dê Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Sûrê piştî  sersalê jî xebatên xwe berdewam bike.