20ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarokan ya Cîhanê tê pîrozkirin. 20ê Mijdarê salvegera ragihandina mafên zarokan a ku di 1959an de hate weşandin û peymana mafên zarokan a ku di 1989an de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pejirandin e.
Li Amedê “Hefteya Mafên Zarokan” bi bernameyên cihêreng tê pîrozkirin. Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Zarok Bi Mafên Xwe Zarok in” bi bernameyeke rengîn zarok kêfxweş kirin. Bername, dê hefteyekî bidome. Ev bername fersendê dide zarokan ku mafên xwe fêr bibin, bi rêya lîstik, atolye, şano û çalakiyên afirîner bi awayekî azad û xwebawer xwe îfade bikin. Gerînendetiya Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke ya Şaredariya Peyasê derbarê armanca xebatên xwe de anî ziman ku ew dixwazin ne tenê zanîna akademîk, di heman demê de hişmendiyeke kûr a li ser mafên zarokan di zarokên xwe de avabikin.
Lîstikên cihêreng û çalakiyên afirîner ên ji bo zarokan hatine amadekirin, eleqeyeke mezin dibîne. Ev bernameya bi naverokeke dewlemend, dê heta dawiya hefteyê bidome û hişmendiya zarokan a li ser mafan xurt bike.
