Şaredariya Mûşê ya Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (DEM Partî), li eywana konferansê ya şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xist û avakirina Meclisa Jinan ragihand. Hevşaredar Tûba Sayilgan, endamên Meclisa Şaredariyê û gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
Şaredariya Mûşê, avakirina Meclisa Jinan ragihand. Hevşaredar Tûba Sayilgan diyar kir ku Meclisa Jinan, gava ewil a “komunbûna jinê” ye.
Hevşaredar Tûba Sayilgan, diyar kir ku gavek ber bi “Komunbûna jinan” ve avêtine û got: “Em Meclisa Jinan bi vî rengî digirin dest. Em daxwaz dikin ku ev Meclisa Jinan dê bibe cihê çareseriya pirsgirêka jinan. Dê li vir ji bo jinan polîtîka bên afirandin û dê bibin deng, reng û keda jinan.”
Piştî axaftinê Midûra Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariyê Işik Ronay Akman metna daxuyaniyê xwend û got: “Di nav şaredariyê de Lijneyên Jinan, Koordînasyonên Jinan û Komîsyonên Wekheviyê ya Jin-Mêran hatin avakirin. Ev yek ji bo mîsogerkirina mafê jinan mekanîzmayên demokratîk in.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.