Serokatiya Daîreya Karê Civakî û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li Qada Cumhuriyetê ya Mêrdînê şahiya Mahserê pêk anî. Di şahiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Parlamenterên DEM Partiyê, Salîhe Aydeniz û Berîtan Guneş Altın û gelek nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Di şahiyê de Hevşaredar Devrîm Demîr, Parlamentera DEM’ê Saliha Aydenîz û Beritan Guneş şîre kelandin û benî çêkirin. Piştre sicûkên bi gwîz û benî li welatiyan belav kirin.
Di şahiyê de hevşaredar Devrîm Demîr, anî ziman ku şahiyên mahşerê yek ji çand û kevneşopiyên vê herêmê ne û wiha got: “Çanda vir pir dewlemend e. Em qîmetek pir mezin didin kevneşopî û çanda herêmê. Tişta ku civakê dike civak nirxên çandî û dîrokî ne. Ji ber vê yekê divê em çand û dîroka xwe biparêzin.”
Piştî axaftinan Koma Babetna derket ser dikê û stran gotin.