26 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Bologna ‘Welatiyê rûmetê’ da Abdullah Ocalan

Şaredariya Bajarê Bologna ya Îtalyayê belgeya “Welatiyê Rûmetê” ku di 27ê Adarê de dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasimekê belgeya Welatiya Rûmetê radestî biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan kir.

Şaredariya Bajarê Bologna ya Îtalyayê di 27ê Adadarê de belgeya Welatiyê Rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e çû Îtalyayê ji bo belgeyê bidin Omer Ocalan merasimek amade kirin. Şaredariya Romagna bi merasimekê belgeya Welatiyê Rûmetê da Omer Ocalan. Di merasimê ku li Qesra Accursio pêk hat de, Cîgirê Şaredar Emily Clancy, serokê Meclisa Bolognayê Maria Caterina Manca, Endamên meclîsa şaredariye û nûnerên saziyên civakî beşdarî merasimê bûn. Piştî merasimê Omer Ocalan belgeya Welatiyê Rûmetê girt û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.