Bi boneya 46’emîn damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi beşdariya gelek welatparêz, ciwan û dostên jîngehê 300 dar hatin çandin û sersal hate pîrozkirin. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm têkildarî çalakiyê ji ajansa ROJNEWS’ê re axivî û wiha got: “Me wek Şaredariya Binarê Qendîlê cihekê ku ji 3 doniman pêk tê û cihê 2 hezar û 500 daran lê heye, diyar kir. Di qonaxa yekemîn de me nêzîkî 300 şitilên daran çandin û me biryar daye di 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Apo de darên mayî jî biçînîn.”
Dilşad Îbrahîm anî ziman ku ev cihê ku dar lê çandin, projeya Baxçeyê Serokatiyê ye û wiha got: Bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’e bi alîkariya Şaredariya Binarê Qendîlê, Ciwanên Welatparêz û Dostên Jîngehê yên Raperînê ev projeya hate amadekirin. Çêkirina vî baxçeyî weke nimûneyek ya di dîroka Kurdan de ye ku me her tim dix ebat û çalakiyên xwe de girîngî bi kesk kirina jîngehê û çandina daran daye.”