Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Kurşxane ya navçeya Yenîşehîrê hewzê avjeniyê nû kir û ji xizmeta jinan re vekir. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Cîgira Sekreteriya Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdarî vekirinê bûn. Serra piştî vekirinê bi jinan re sohbet kir û tesîs kontrol kir.
90 jin ji dersên avjeniyê sûdê werdigirin
Bi vekirinê re Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê serlêdanên taxên kêmdest ên bajêr nirxand û ji îro pê ve qursa avjeniyê da destpêkirin. 90 jinên ku serî li Navenda Jiyana Jinê ya Lalebey, Mêrdînkapî û Benusenê ya di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de dan, dê ji kursa avjeniyê ya 5 hefteyî ya ku dê ji aliyê perwerdekarên pispor ve ji jinan re bê dayîn, sûdê wergirin.
Kursa avjeniyê wê di meha îlonê de bi hîndekarên nû dewam bike.