Zexta li dijî şaredarên CHPî didome. Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere li Enqereyê, li mala xwe hate binçavkirin. Tûtdere, birin Stenbolê. Tûtdere li ser hesabê xwe yê medya dijîtal wiha nivisî: “Serê sibê li Enqereyê ez di mala xwe de hatim binçavkirin. Dê min bibin Stenbolê.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, li Stenbolê hate binçavkirin.