Şaredarê Stenbolê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglu, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin ziyaret kir.
Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, serê sibê hat Mêrdîn û Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wan kirine ziyaret kir.
Hevşaredar Ahmet Turk, Devrîm Demîr, hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li balafirgeha Mêrdînê Îmamoglu û heyeta pêre pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê heyet bi konvoyekê derbasî mala Ahmet Turk a Qesra Qenco bûn.