Li ser pirsa rojnamegerekê Şara li lîstika xwe wiha mikur hat û got: “Îro ez û birêz Mazlum Ebdî em ê bihatina gel hev. Plansaziya civînê hatibû kirin. Lê ji ber şert û mercên hewayî hevdîtin pêk nehat, hate taloqkirin. Bi riya ragihandinê me biryar da ku em peymanê îmze bikin. Em dê sibê peymanê û hûrguliyên wê nîqaş bikin.”
